Di Waar Tv’yê de ya ku girêdayî Nêçîrvan Barzanî ye û navenda wê li Dihokê ye, doh êvarê di bernameyekê de ji eşîra Rêkaniyan re ‘çete’ hat gotin. Adil Hesen bername pêşkêş dikir. Komeke ji eşîra Rêkaniyan, nerazîbûn nîşan da û bi ser televîzyonê de girt. Ew ketin navenda televîzyonê û wan xwest ji eşîrê lêborîn bê xwestin. Polîsan jî mudaxeleyî endamên eşîrê kir û xwest wan ji navenda televîzyonê derxe.

 

DIHOK

 
 

Divê walî xelkê bajêr be

Rêveberê malbenda dûwem ya YNK’a li Kerkûkê Rewend Mela Mehmud li ser helwêsta YNK’ê û hewldanên diyarkirina waliyekî ji bo Kerkûkê peyivî. Li gorî wî mijara niha heyî, ne tenê Kerkûk e, û îdîa kir ku şertên YNK’ê, şertên giştî yên xelkê Kurdistanê ne. Wî got, civê walî ji xelkê bajêr û YNK´yî be. Wê wiha dewam kir: “Me karî em Wezîrê Dadê bidestbixin û ew jî kurek yê Kerkûkê ye. Herwiha biraderên PDK’ê jî dengê xwe dan û ev destpêkek başbû.”

 

KERKÛK

 
 

Ji ber şewatê 2 jin û zarokek mirin

Li gundê Alya yê navçeya Serêkaniyê ji ber şewatê agir girte malekê, û di encamê de du jin û zarokek mirin. Ji ber gurrbûna ba şewata nav erdan gihişt malên welatiyan. Di encama şewatê de di malekê de du jin û zarokek mirin. Çavkaniyên Tenduristiyê yên nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê diyar kirin ku jina bi navê Izdîhar Îsa (30) û kurê wê Mehmûd Abdullah El-Xelef (4) û jineke din (37) a navê wê nehat zanîn, şewitîn. Ji ber ku birînên wan giran bûn, ew rakirin nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo û wan li wir wefat kir.

HESEKÊ

 
 

Radyolojî ji Şedadê re hazir e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cîhaza rodyolojiyê xist Navenda Tenduristiyê ya navçeya Şedadê, her wiha 24 seatan bê pere xizmetê dide nexweşan. Navenda tenduristiyê ku ji destpêka rizgarkirina wê ve hate vekirin, xizmetê dide zêdetirî 150 gundên gundewarên navçeya Erîşê heta bi bajarokên Merkedê, Deşîşê û şêniyên navçeya Şedadê. Li navendê klînîka zarokan, klînîka jinan û klînîka nexweşiyên hundirîn û her wiha beşa ambulansê heye. Endamê rêveberiyê Elî El-Seîd got, di demên dawî de Rêveberiya Xweser cîhaza rodyolojiyê xist navenda tenduristiyê, ku cara yekemîn li ser asta Bakurê Sûriyê ye, dê piştî bidawî bûna odeya taybet jî êdî bikeve ximeta milet.

 

HESEKÊ