Gelo mişexurî yanî parazîtbûn di nava heywanan de kengî peyda bû? Li gorî lêkolîneke nû ya ji Çînê, bêhtirî 500 milyon salî beriya niha li ser fosîlên heywanên bi qaqilk ên deryayê yên bi navê Kambiriyan, nimûneyêîn parazîtan hatin dîtin. Li gorî vê, li başûrê Çînê, beriya bêhtirî 500 milyon salan (li gorî lêkolînên karbonê za li ser fosîlan 512 milyon salan beriya niha), li ser qaqilkên wan heywanên lingekî wan ê weke milan heyî, parazîtên weke lûleyan hebûne ku dibûn şirîkê xwarina van heywanên bi qaqilk. Ev heywanên bi qaqilk bi xwe, bi xêra lingê xwe yê weke milan xwe bi zemînê ve dikirin û zerreyên xwarinê yên li ber avê dihatin jî dixwarin. Parazîtên hanê jî xwe bi qaqilkên wan ve kirine û bûne şirîkî wê xwarinê. Yanî umrê kurtêlxwarinê ji nîv milyar salî bêhtir e. FRANKFURT