Êrîşên leşkerên Tirk ên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê yên li hemberî sivîlan dewam dikin.

Leşkerên Tirk, Mihemed Elo yê 33 salî, ku ji Bakurê Kurdistanê vedigeriya Efrînê qetil kirin û cenazeyê wî revandin Kîlîsê. Li gorî agahiyan, Mihemed Elo yê ji gundê Kerdohê, beriya 2 salan ji bo kar çûbû Bakurê Kurdistanê û ji bo Cejna Qurbanê vedigeriya. 


 EFRÎN