Çima heta niha ti endamê DAIŞ´ê ji ber qirkirina Êzîdiya nehat dadgehkirin? Vê pirsê nivîskarê rojnameya Jarusalem Postê Seth J. Frantzman dike. Frantzman bi sefîra Neteweyên Yekbûyî ya Êzîdî Nadia Murad re peyiviye ku vê heyvê çûbû bajarê Îsraîlê Tel-Avivê.
Nadîa Murad bi bîr dixe ku piştî Tel-Eferê dor gihiştibû wan, lê ne pêşmergeyan û ne jî artêşa Iraqê tiştek ji bo parastina wan nekirine. Nadia Murad dibêje, ew hîna li ser siberoja xwe nafikirin, lewma gelek tiştên nediyar hene û hîna bi hezaran kes û çarenûsa wan nediyar e û beriya roja hevpeyvînê (ji nûçeya doh weşandî diyar nabe tam kengî ye) ew fêr bûye ku biraziyeke wê hatiye kuştin û ji ber vê jî ew reş li xwe dike. ew dibêje, “DAIŞ´ê biraziyê min û jinbira min revandin, her kêlî dibe ku ji me re bibêjin, xizmên we hatin kuştin yan jî hatin bombekirin.”
Murad bi alîkariya rêxistina civaka sivîl IsraAID´ê çû Îsraîlê da ku behsa qirkirina Êzîdiyan bike. Nadîa Murad duriyana li ber xwe weke biryara bi komî koçber bûn yan jî vegeriyana cihên wêrankirî bi nav dike û dibêje, “Em hêvî edaletê dikin ji bo wan, û doza binesaziyê. Tişta esas ne tezbînkirina mexdûran e, esas bawerîpêanîn e. Hikûmet û rayedar divê bikin ku (Êzîdî) baweriyê bi wan bînin.”
Divê gorên komî werin belgekirin
Nadia Mûrad bi îhtîmam îşaret bi girîngiya belgekirina gorên komî dike û dibêje, “44 gorên komî hene, û yên di wan de ji sedî sed Êzîdî ne. Em hewl didin ji dinyayê re bibêjin, divê ev gorên komî werin belgekirin beriya ku delîl tine bibin.” Ew li gotinên xwe zêde dike ku civaka navneteweyî di vî warî de heta niha hîç neliviyaye û ti kar nekiriye.
Herçî dadgehkirina ji ber qirkirina Êzîdiyan e jî, Nadia Murad dibêje, ew bi gelek welatan re peyivî ye, lê tevî herî kêm 6 hezar Êzîdiyên qetilkirî, û bi hezaran Êzîdiyên êsîrkirî, yek doza bi tenê jî li ber dadgehên ceza yên navneteweyî li dijî endamên DAIŞ´ê nehatiye vekirin.
Li gorî Nadîa Murad difikire ku dozeke navneteweyî ji ber qirrkirinê wê bibe derbek li îdeoilojiya DAIŞ´ê jî: “Ew dikarin behsa guneh û sûcên xwe bikin û mirovên ku meyla wan heye xwe bigihînin wan wê fikra xwe biguherin.”
NAWENDA NÛÇEYAN