Li sînorê Hewlerê bi tevahî hezar û 123 jinan li dadgehê gilîyê xwe kirine temenê van jinên ku gilî kirin di navbera salên 13-61 de ye. Li gorî daneyan ji sedî 63 ji ber pirsgirêkên malbatîbuye, ji sedî 87 bi encam bûne. Ji sedi 63 ji ber îşkenceye ji sedî 64 jiber sedemên din gilî kirine. 243 jin rastie îşkenceyê hatne.
Li bajarê Silêmaniyê jî 8 jin hatin kuştin. 25 jinan întîhar kir. Temenê kuştinê di navbera 11 û 60 salî de hate qeydkirin.
Li Silêmaniyê û navçeyên wê 834 jin rastî îşkenceyê hatin. Jinên rastî îşkenceyê hatin ji sedî 46 ji aliye hevserê xwe ji sedî 24 ji aliyê xizmên xwe ve rastî îşkenceyê hatin. Ji sedî 63 ji ber pirsgirêka malbatî ji sedî 21 jî ji ber pirgirêka civakî pêk hat.
Li bajaroke Duhokê jî li bajar 10 jin hatin kuştin. 5 jin jê li ser pirsgirêka namûsê 2 jin jî li ser pirsgirêka xêzan 2 jin jî li ser pirsgirêka civakî jinek jî nayê zanîn li ser çi pirsgirêkê hatiye kuştin. Ev qurbanîyane temenê wan di navbera 10-60 salande nin. 15 jinan întîhar kirin. 85 jinan çalakiya şewatê pêk anîn û temene wan di navbera 8 û 60 salî de ye. 25 xwe şewitandine Ji 85 jinên çalakiya xweşewatê pêk anîn jê 55 jinan jiyana xwe ji dest dan.
Li Dihok û derdorê wê bi giştî 561 gilî li dadgehê hatine kirin. Kesên gilî kirin temenê wan d8i navbera 39 û 60 salî te tê guhertin.
Li Navçeya Germiyanê 9 jin hatin kuştin. 37 jinan çalakiya şewatê pêk anîn. 282 jinan ji ber şîdetê gilî kirine.
DÎHA/HEWLÊR