Endamên hucreya Nazî ku çend roj berê li gelek eyaletên Elmanyayê bi operasyona polîsan hatin binşavkirin, eşkere bû ku amadekarî dikirin li dijî rêveberên Partiya Kesk Robert Habeck û Anton Hofreîter sûîqestê bikin.
Di nava meha Sibatê de li şeş eyaletên Elmanyayê di operasyonên polîsan de hucreyeke Nazî hatibû têkbirin. Operasyon çar roj beriya êrişa êvara 19’ê Sibatê ya li bajarê Hanaûyê hate kirin ku 9 koçber ji aliyê faşîstekî Elman ve hatin qetilkirin. Di operasyonê de 12 welatiyên Elman hatibûn binçavkirin. Polîsan her wiha dest danîbûn ser gelek çek, bombe û tivingan, her wiha kêr û şûr dîtibûn.
Lîderê vê koma nîjadperest Werner S. ê 53 salî bû ku ji ber vê yekê navê “Koma S.” lê hatibû kirin.
Di nava planên sûîqestê yên vê hucreyê de ku dixwest li dijî penaberan, siyasetmedaran û Misilmanan êrişan bike, eşkere bû ku lîderên Partiya Kesk jî di nava hedefên wan de bûn.
Rojnameya Dîe Zeît a heftane di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe dispêre serdozgeriya federal, dinivîse, hucreya Nazî plan dikir ku li dijî Hevserokê Partiya Kesk Robert Habeck û Serokê Koma Kesk Anton Hefreîter bikuje.
ANF/BERLÎN