DENÎZ ÎKE / ANF / MÊRDÎN

Nûnerê Şaxê Mêrdînê yê Odeya Endezyariya Madenê, Şukru Kaya got, kana keviran a li peravên çemê Ava Spî yê di navbera navçeyên Nisêbîn û Mîdyadê de ji bo herêmê tehlûkeya û zerarê dide hemû zindiyan.

Ji ber tesîsa kevir şikandinê û çêkirina betonê ya Înşata Metalê ku li ser Geliyê Ava Spî ya di navbera navçeyên Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdînê ye, xweza herimî. Pê re jî bîra civakî ya xelkê deverê û mekanê vê bîrê.

Xweza û baxçeyên li geliyê Ava Spî ji deverên girîngtir e ku xelk diçe seyranê li wan. Geliyê Ava Spî ku bi cihê xwe yê geştê tê nasîn her havînê ji deh hezaran mirovan re malovaniyê dike. Her wiha li Ava Spî gelek cûreyên nebat û heywanan hene. Lê berlê şantiyeya beton û kana keviran zirareke mezin dide xwezaya vir.

Şukru Kaya li ser Tesîsên Kirmataş, Betona Amade ya Metal Înşaatê û kanên li ser Çemê Ava Spî got, kana li quntara çiyê heta niha bi sedan dar û zindî tine kirine: “Ji ber kanê her roj bi dehan dînamît tên teqandin. Bi teqîna dînamîtan re sewal tên qetilkirin û hejîna ji ber teqînê zirarê dide çavkaniyên Ava Spî. Axa ji kanê dertê, gel jî nerehet dike û av ji ber vê qirêj dibe. Her wiha bi teqînan re toz radibe û bandoreke mezin li bax û baxçeyan dike. Gelek darên fêkiyan hişk bûn. Ji ber vê talankirinê ji mirovan bigire heta xwezayê û sewalan bandorek neyînî li derdorê dibe. Ekosîstema geliyî texrîp dibe. Ava ne paqij a ji şantiyeyê diherike, dikeve nava baxçe û zeviyên xelkê. Çemê Çagçagê ku ji gelî diherike ber bi Nisêbînê ve, her roja ku diçe ji ber ava kîmyewî ya şantiyeyê qirêj û ziwa dibe. Wekî din ev yek bandorê li ser tendirustiya mirovan jî dike û gelek mirov ji  ber vê yekê bi nexweşiyan ketine.”

Ne xema dewletê ye

Kaya anî ziman, zêdetirî 11 salan e bi projeyên rantê Geliyê Ava Spî tê herimandin û got, “Ji bo du sê kes dewlemend bibin, xweza û geliyê Mêrdinê tê tinekirin. Dewlet bi xwe ne xemawê ye, xwe kerr û kor kiriyeli vê talankirina xwezayê. Ti kes nerazîbûnê nîşan nade. Tevî ku xelkê herêmê bi dehan caran gilî kir û tevî ku kanên li ser Ava Spî qaçax in jî, nayên girtin. Geliyê ku di navbera Midyad û Nisêbînê de 20 kîlometreyan dirêj e, tevî Çemê Nisêbînê, bedewî û xemla deverê ye. Ava Spî ku ji bo tevahiya Mêrdînê çavkaniya ava vexwarinê ye ji ber kanan li ber ziwa bûnê ye.”

Axir mesele ne tenê ziwabûna Ava Spî ye, pê re wê mekanê bîra civakî ya deverê jî ziwa bibe.