Şervanên YPG/YPJ'ê li gundên Zor Mixar, Beyadiyê, Ziyaret, Cib El-Ferec, El-Cidêdê, Xerab Eto, El-Şiyûx, Sûsik, Bîrkino, Cilbê, Camis û hin gundên din ên rojava û rojhilatî herêma Kobanê li dijî baragehên çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyonê kir. Di hemleyê de gelek çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîne û derbeyên giran li wan dane. Li gor agahiyan di pevçûnên rojavayê herêmê de zêdetirî 100 çete hatine kuşitn, 10 tirimpêl û gelek navendên çeteyan hatine rûxandin. Her wiha gelek YPG'ê gelek cebilxane jî desteser kirin. Hate gotin ku li rojhilatê herêmê jî bi dehan çete hatine kuştin, lê heta niha hejmara wan nehatiye zanîn.


Tel tevlî şer dibe

Hikûmeta Herêma Xweser a Kobanê di 4’ê tîrmehê de li dijî êrîşên komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê seferberiya giştî îlan kir û bang li hemû beşên civakê yên ku dikarin çekan bi kar bînin kir ku berê xwe bidin eniyên şer û herêma xwe ji çeteyan biparêzin. Di vê çarçoveyê de bi sedan welatiyên herêmê bersiva seferberiyê dan û berê xwe dan navendên Wezareta Xweparastinê û Malên Gel ên herêmê da ku navên xwe qeyd bikin û beşdarî nava refên YPG’ê bibin. 28 endamên Hêzên Asayîşê yên herêmê bersiva seferberiyê da û cihê xwe di nava refên YPG’ê de girtin. Her wiha ji bo axa xwe ji êrîşên çeteyan biparêzin berê xwe dan gundên rojavayê herêmê. Endama Hêzên Asayîşa Jinan Gulîstan Ehmed derbarê heman mijarê de wiha got: “Kobanê ji bo parastina axa xwe ji çeteyan bang li welatiyên xwe dike, em jî niha bersiva bang Kobanê didin.”

ANHA/KOBANÊ




Xwedî li Kobanê derkevin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li hemû şoreşger-demokrat û welatparêzan kir ku di berxwedana li dijî çeteyên radîkal ên êrîşî kantona Kobanê dikin de cih bigirin û destnîşan kir ku bi êrîşên DAIŞ'ê re ne tenê Kurdistan, gef li tevahiya nirx, pîrozahî û destketiyên mirovahiyê tê xwarin. KNK'ê bibîr xist ku piştî dagirkeriya Mûsilê, çeteyên DAIŞ'ê, bi armanca têkbirina Şoreşa Rojavayê-Kurdistanê, êrîşî Kobanê kirin û ragihand êrîşên li dijî Kobanê, di çarçoveya planekî  qirêj û stratejiyek  de dest pê kirin û berdewam dikin. KNK'ê di peyama xwe de destnîşan kir ku eşkere bûye çeteyên DAIŞê, El  Nusra, Liva Tewhîd  û hwd. ji aliyê hin dewletên herêmê, weke Tirkiyê û hêzên global ve têne destek kirin.

Cîhan bê deng e
Di peyama KNK'ê de wiha hat gotin: "Çeteyên paramilîter, Rojhilata Navîn jî kirine gola xwînê. Tevî ku bi navê ola Îslamê heqaretê dikin jî  cîhana Îslamî bêdneg e. Tevî ku li dijî mirovahiyê sûc dikin jî cîhana Rojava bêdeng û xemsar e. Ev erê kirina sûcên mirovahiyê ye. Di kesayeta Rojavayê-Kurdistan û Kobanê de, tevahiya  mirovahiyê dibin tehdîdê de ye.  Êdî kes dibin ewlekariyê de nîne û cîhan jî bêdeng e. Çeteyên DAIŞê, di pêvajoya salvegera  Şoreşa Rojavayê-Kurdistan de êrîşî Kobanê kirin. Tê zanîn, Şoreşa  Rojavayê-Kurdistan, ji bo parastina tevahiya gelan û nirxên mirovahiyê û bi desteka gelên herêmê pêk hat. Êrîşên çeteyên DAIŞê ku di 2'ê Tîrmehê de destpê kirin, li dijî tevahiya gelan, nirx û pîroziyên gelan û destketiyên Kurd û  Kurdistanê ye.  Şerê li Kobanê bûye şerê pêşerojan, şerê azadî, rûmet û namûsê."
KNK'ê di peyama xwe de diyar kir ku berxwedana li Kobanê 'şerê parastina mirovahiyê ye' û hat destnîşankirin ku xwedîderketina li Kobanê berirsyariyek li pêşberî nirxên însanî û namûsê ye. KNK'ê bi taybetî bang li ciwanên Kurd kir û got, "Li hemberî çeteyên paramilîter, berxwedana dîrokî û cengaweriya destanî şervanên YPG û YPJ jî bi desteka gelên li herêmê bi rûmetdarî  berdewam dike. Şerê li Kobanê, êdî bûye şerê parastina mirovahiyê. Pêwiste her Kurdê ku bi navê welatparêzî, her hêza ku xwe Kurdistanî û pêşengê gelan dibîne, her demokrat û şoreşger, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, El Nusra, Liva Tewhîd û hwd. de, li Kobanê  cihê xwe bigire." KNK'ê herî dawî got; "Em, weke KNK'ê, berxwedana dîrokî û cengaweriya destanî ya hêzên Kurd li Rojavayê-Kurdistan silav dikin. Em bi van hest û baweriyan bang li tevahiya Kurdan dikin ku piştgiriya Kobanê bikin."

ANF/BRUKSEL