Welatiyên Gundê Xelîla yê Navçeya Kerboranê, dest bi komkirina kuvarkan kirin. Ev kuvark piştî barana Gulanê li çiyê çêdibin.

Xelkê herêmê wekî her sal îsal jî piştî baranê dest bi komkirina kuvarkên bejî kir. Şêniyên mintiqê her sal di vê mehê de diçin dest bi komkirina kuvark, cahter, rihan û giyayên çol û çiyê dikin.  Gundiyan got, ji bo kuvarkan meha herî xweş û guncav 10 rojên dawî yên meha Gulanê ne Ji welatiyên Gundê Xelila Mizgin Gevcan a 30 salî diyar kir ku serê sibê zû diçin qûntara çiyê dest bi komkirina kuvarkan dikin. Gevcan da zanîn ku li herêmê kuvarkên bi sîwan, şewqe û mêrê 3 cure hene.

Welatî Hakim Gevcan ê 33 salî jî anî ziman ku li çiyê hem kuvarkan kom dikin û hem gelek cureyên gîhayên din kom dikin. 

 

 MA/MÊRDÎN