Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyên yên ji Wan û Bedlîsê ji bo şermezarkirina êrîşa hewayî ya li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê şermezar bikin hatin Colemêrgê û şev li vir man ber bi Çelê ve derketin rê. Dayik dema ku gîhîştin cihê ku di 17'ê tebaxê de teqîn pêk hat û 9 leşker û cerdevanekhatin kuştin rawestiyan û laçikên xwe yên spî ku sembola aştiyê ne danîn bicî teqînê. Dayikan dowîzên "berpirsyarê xwîna tê rijandin Erdogan û AKP ye", "An em ê aştiyê bînin an jî em ê bimirin", "Firewnên ku şer dixwazin li ser kar in", "Em feraseta ku li hundir şer li derva aştiye dixwaze şermezar dikin", "Dayikên leşkeran bila li dijî şer bêdeng nemînin" "Bila ne dayikên leşkeran ne jî yên gerîlayan negirin" rakirin.
Li ser navê dayikan Leyla Duman daxuyanî da û got ku berpirsyarê van êrîşan Serokwezîr Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye. Duman destnîşan kir ku berpirsyarê dê xwe bikin mertal û wiha bang li dayikên leşkeran kir: "Berpirsyarê vî şerî Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye. Em li vir bang dikin û dibêjin dayikên leşkeran jî weke me dengê xwe bilind bikin û bila bên tevli me bibin."
‘Em ji vir naçin'
Çalakiya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên ku berê xwe dabûn Şirnexê li girên di navbera heremên gundê Zevyan, Derî Dawetiya û Derî Berkûr ya navçeya Qilebanê de hatiye destpêkirin didome. Bi hezaran kesên piraniya wan jin serê sibê rabûn û piştî paqijiya mintiqeyê derketin ser giren bilind. Dayikan li vir pankarta "Bila zarokên me ne mirin, bila çek bên bêdengkirin û alî bila bên cem hev." vekir. Dayikan di dema çalakiya li hundirê kozikê leşkeran de qalikên vala berhev kirin. Leşkeran jî ji dur ve dayik şopandin. Qeymeqamê Qilebanê ji dayikan xwestibû ku ew heta saet 10.00'an çalakiya xwe bi dawî bikin.
Li gel ku di dema hevdîtinê de destûr nedan çapemenî dîmen bikişîne, di nevbara dayik û qeymeqam de diyalogên sosret hatin jiyîn. Dayikan di hevdîtinê de bi gotina "Ne gerîlla, ne leşker û ne jî polîs bila me mirin. Em ji bo aştiyê li virin. Heta operasyonên leşkerî ne rewasetin em ji vir naçin." nêrîna xwe anîn ziman. Li ser vê gotina qeymeqam ya wekî "Ev der ne cihê çareseriyê ye, herin meclisê bi siyasetmedaran re çareser bikin." dayikan jî wiha bersiv da: "Em ji bo xwîn rawesta çûn Enqereyê jî, lê ji bo xwîn raweste tu tişt nehat kirin. Serokwezîr û Serokomar ji bo xwin raweste tiştek nekir. Ji bo ku em singê xwe bikin mertal hatin vê derê. Bila serokwezîr derkeve û bêje operasoyon hatine rawestandin." Di dema hevdîtinê de qeymeqam ragihand ku Walîtiya Şirnexê heta saet 12.00'an destûr daye çalakiyê.
‘Em bi biryar in’
Di aliyê din de endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku dixwestin ji aliyê Sêrtê vê bên cihê çalakiyê li nêzi gundê Rûbaskê girêdayî Qilebanê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Li gel ketin û derketina herama çalakiyê hatiya qedexekirin, gundiyên ku dixwestin ji bo mertalên zindî xwarin bibin jî hatin astengkirin. Dema rojname diçû çapê çalakiya dayikan dom dikir.
ŞIRNEX/COLÊMER
'Bila ciwan bibin mertalên zindî'
Meclisa ciwanên BDP'ê DYG-M'ê piştirî da çalakiya li dijî operasyona dersînor ya li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê a Însiyatîfa Dayikên Aştiyê dest pê kiriye û xwest ciwan bibin mertalên zindî. Meclisa ciwanên BDP'ê DYG-M'ê ya Geverê têkildarî çalekiya dê îro bi girsehî bê lidarxistin daxuyaniya nivîsî da. Di daxuyaniyê de piştgiriya çalekiyê wiha hate gotin: "Em wek Meclisa ciwanên BDP'ê DYG-M'ê ya Geverê piştgirî didin çalakiya Dayikên Aştiyê. Em bang li hemû kesên li dijî şerin û ciwanên Geverê ye bi rûmet dikin û dixwazin di çalekiyê de cihê xwe li cem dayikan bigirin."
COLEMÊRG