Ev serê hanê ku parçeyek ji lahîtekî ye û rûyê jinekê nîşan dide, diyar e peykerên kîlê yên pijandî yên li Qibrisê gelek tesîr lê kirine. Bi eslê xwe ew li herêma Amrît hatiye çêkirin, û kar û hostetiya Fenîkeyiyan e. Ya rastî heta 1996´an ev yekane serê peykerî ku parçeyek ji lahîtekê bû ê ji kîla pijandî bû, heta ku 6´ên din li heman deverê hatin dîtîn. Ev jî nîşan dide ku ji bilî lahîtên ji mermerê, lahîtên ji kîla pijandî jî beriya mîladê di sedsala 5´an de têra xwe li Rojhilatê Derya Spî, Lavanta û Sûrî û li hin qismên Mezopotamyayê belav bûne. Axir ji ber ku mermer ji malbatên dewlemend dihat, ev kîla pijandî jî dibû luksek ku ji malbatên “ne ewqasî dewlemend” jî dihat.  ŞAM