Hîndekara wêneyan Kîbar Suvarî ji bo kursên havînê yên li Mala Çand û Hunerê ya Laleşê banga beşdariyê kir û got: “Ji bo zarokên we tevlî xebatên hîndekariyê bibin û ji warê teknolojîk dûr bikevin, zarokên xwe li van kursan qeyd bikin.”
Ev kurs di betlaneya havînî de ye. Li Mala Çand û Hunerê ya Laleş ji bo ciwan û zarokan wekî din kursên wêne, erbane, saz, gîtar, koro, reqsên gelêrî û şanoyê wê bên dayîn. Qeyda wê heta 10’ê Tîrmehê dewam bikin û ders bê pere ne.
Kîbarê da zanîn ku elaqe zarok û ciwanan gelek e, û heger zarokên beşdar bixwazin wê dema kursan jî bê dirêjkirin.
Kîbar bi îhtîmam dibîje, yek ji armancên wan ew e ku di betlaneyê de zarokan dûrî telefon, tablet û televîzyonê jî bikin û derfetê bidin wan da ku bibin hunermend.
Li gorî wê divê ciwan bêhtir beşdarî karê hunerê bibin û ji bo vê jî barê dikeve ser milê xwe wiha îfade dike: “Divê em bernameyên wisa çêkin û ji ciwanan re bibin rêyeke alternatîf. Divê em ji ciwanan re rêyên cuda vekin.”
JINNEWS / AMED