
Yekîtiya Ciwanên Rojava li kantona Efrînê û Tevgera Ciwanên Ereb li herêmên Şehbayê, êrişên Artêşa Tirk a dagirker û hevalbendên wê li ser Bakurê Sûriyê, şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê tekoşîna xwe heta azadiyê xurt bikin.
Bi dehan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yeketiya Jinên Ciwan li kantona Efrînê û Tevgera Ciwanên Ereb a Demokrat li herêmên Şehba, li pêşiya navenda ciwanên Rojava ya navçeya Cindirêsê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser herêmê şermezar kir.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Efrînê, Adil Feraşîn ve hate xwendin.
Di daxuyaniyên de êrîşên Artêşa Tirk hatin şermezarkirin û soza bilindkirina asta têkoşînê hate dayîn. Xwendina daxuyaniyê bi diruşmeyan bi dawî bû.
EFRÎN