Di daxwaznameyê de tê diyarkirin ku zimanê Lazkî ji malbata zimanên Başûrê Qefqasyayê ye û yek ji kevnartirîn zimanên Anatolyayê ye. Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku derdora 250-500 hezar kes bi vî zimanî diaxivin.
Her wiha, di daxwaznameyê de bal tê kişandin ku zimanê Lazkî bi taybet di navê zimanê di bin xeteriyê de yên ji aliyê Atlasa Zimanên di Xeteriyê de ya UNESCO’yê ve hatiye madekirin de cih digire.
Daxwazên Lazan
Di daxwaznameyê de ev daxwaz hene:
- Divê zimanê Lazkî û zimanên din ên Anatolyayê bêne naskirin û bigihêjin statûyên xwe.
- Divê ji bo zimanên li ber tunebûnê bernameyên parastinê bêne amadekirin.
- Divê li herêmên gengaz bi du zimanan perwerdehî were dayîn, her wiha divê li herêmên ku zimanên herêmî li ber tunebûnê ne jî herî kêm ders bi wî zimanî were dayîn.
- Divê kampanyayên xwendin-nivîsandinê yên carna ji bo Tirkî têne pêşxistin, ji bo zimanên din ên Anatolyayê bêne pêkanîn.
- Divê bi taybet li herêma me ya Deryareş, bi taybet li Zanîngeha Teknîk a Karadenîzê estîtuyek ku bikaribe zimanên Bakûr û Başûrê Qefqasyayê lê bikole, were sazkirin û her wiha saziyên din jî ji bo vê armancê bêne sazkirin.
- Jêbirina navên ku şahidiyê ji dîrok û hembûna gelekî re dikin û ji aliyê pêşiyên wî gelî ve hatine danîn, neheqiyek mezin e. Em daxwaz dikin ku navê cihan ên bi Lazkî careke din paş ve bêne vegerandin.
- Divê mafê weşand-çapemeniyê yê bi Lazkî û zimanên din bi makezagonê bêne mîsogerkirin.
ANF/ENQERE