Derhênera Elman, Uli Bez ku li ser hesabê xwe yê tevna civakî ala YPJ’ê parve kir û tê dadgehkirin, got; “Heger dadgeh cezayê pere bide, ez nadim. Heger min dixin girtîgehê bila bixin.”

Li Eyaleta Bavyera ya Elmanyayê li dijî YPG û YPJ’ê, pêkanînên sosret didomin. Eyaleta Bavyera yek ji wan eyaletan e ku herî zêde krîmînalîzekirina Kurdan û dostên wan daye ber xwe. ew alên YPG/YPJ´ê ku dinya ji bela DAIŞ´ê rizgar kirine jî dike sedema dozan.

Polîsên eyaletê, bi ser wan malan de digirin ku li ser hesabên xwe yên tevna civakî alayên YPG û YPJ’ê parve dikin, lêpirsîn tên destpêkirin û bi dadgehkirinan cezayê pereyan li wan tê birrîn. Yek ji kesên rastî vê zextê hatî jî derhênera Elman Uli Bez e ku li paytexta eyaletê Munhenê dijî. Bezê sala 2017’an li ser hesabê xwe yê Facebookê ala YPJ’ê parve kiribû. Bez bi îdîaya ku “propagandaya PKK’ê kiriye” tê dadgehkirin. 15’ê Adarê li Dadgeeha Îdarî ya Munchenê rûniştina pêşî çêbû û 5 Nîsanê tê payîn ku dadgeh li ser dozê biryarê bide.

Bavyera hevkarê Erdogan e

Uli Bez diyar kir ku Eyaleta Bavyera bi krîmînalîzekirina alayên YPG û YPJ’ê bi rejîma Erdogan re kar dike û wiha peyivî; “Ez ji vê lêpirsîn û dadgehkirinê natirsim û di rûniştina dozê de jî tawîzan nadim. Li aliyê din ez piştgiriya berxwedêrên li girtîgehên Tirkiyeyê de ji bo demokrasî û mafên mirovan li ber xwe didin, dikim. Ez li gel Kurdan im ku ji bo mafên jinan û demokrasiyê têdikoşin. Heger dadgeh cezayê pere bide min, ez nadim. Heger min dixin hepsê jî bila bixinê; heger pêwîst be ji bo vî cezayî, ez ê bikevin hepsê jî.”

Hefteya bihurî li heman dadgehê, li aktivîstê aştiyê Claus Schreer ê 80 salî 2800 Euro cezayê pereyan hatibû birrîn. Schreer piştî biryarê gotibû, ‘’Ez ê dîsa bibêjim, ji Ocalan re azadî û alaya YPJ’ê hildim’’.

 

MUNCHEN