Guven: Di şerê 40 salî de hemû rê û rêbazên îmhakirinê hatine bikaranîn, lê bi ser neketine. Ji her demê bêhtir, niha pêwîstî bi Birêz Ocalan heye. Peyama ji wî were, wê gelekî girîng be.

Hevseroka KCD´ê û parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê, Leyla Guven ku berî niha bi 22 rojan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Guven bersiv da pirsên rojnameya Yenî Yaşamê. Guven diyar kir ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e û got, “Berxwedana lehengî ya li vê girtîgehê, hêzeke mezin dide min. Di şerê 40 salî de hemû rê û rêbazên îmhakirinê hatine bikaranîn, lê bi ser neketine. Ji her demê bêhtir, niha pêwîstî bi Birêz Ocalan heye. Peyama ji wî were, wê gelekî girîng be. Divê parêzer û malbat karibin wî bibînin. Daxwaza min rakirina tecrîda girankirî ye.”

Leyla Guven ne bi tenê ye

Piştgiriya ji bo çalakiya Guven her roja diçe belavtir dibe. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî 27´ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên TKP/ML’ê jî ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyên TKP/ML’ê got, “Dewleta Tirk di şexsê nûnerên siyasî de hewl dide, îradeya gelê Kurd bi dest bixe. Tecrîdkirina rêzdar Abdullah Ocalan mînaka herî zelal a vê rewşê ye.”

Endamên Partiyên siyasî, rêxistinên civakên sîvîl û nûnerên sendîkayan yên Mêrsînê jî greva birçîbûnê ya Guven silav kir û banga xwedî derketinê li raya giştî kir.

 Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û diyar kir ku di nav çar dîwaran de berxwedana xwe didomîne û li hemberî rejîmê nav di xwe dide û got: “Çawa di dîrokê de tim bi hebûna xwe, bi wijdan, helwêst, bexwedan û jinbûna xwe li hemberî tarîtî, nefret û şidetê jinan dev ji sekna xwe bernedaye, niha li welatê me jî vê berxwedana xwe didomîne.”

 

  NAVENDA NÛÇEYAN