Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey ji Îranê xwest ku demildest hêzên xwe ji  Sûriyeyê vekişîne.

James Jeffrey di rûniştina Kongreya Emerîkayê ya bi navê ‘Stratejiya dewletê û lêgerîna çareseriya Sûriyeyê de’ peyivî û got, “Stratejiya me ya li Sûriyeyê, bi lez bidawîkirina şer e, divê ev şer bi dawî bibe û heger em derkevin, dê trajîdiya şer zêde bibe. Bi lez vekişîna Îranê ji seranserî Sûriyê yek ji bendên vê statejiyê ye.”

Em behsa vekişandinê nakin

James Jeffrey li ser hebûna hêzên xwe yên li Sûrî jî got, “Me ti carî behsa vekişandina hêzên xwe yên hawayî ji Sûriyê nekir. Me detayên avakirina herêmeke ewle hîna diyar nekiriye, lê ev herêm dê ji aliyê hêzên herêmî ve were bi rêvebirin û dê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê û Emerîka tê de hebin.”

Peymana Rûsya û Îsraîlê

Hêjayî gotinê ye ku peymana di navbera Rûsya û Îsraîlê de, hêzên Îranê ji sînorên Îsraîlê nêzî 80 kîlometreyan dûr xistine. Heta niha Îsraîlê zêdetirî 200 caran baregehên Îranê yên li Sûriyeyê hedef girtine û daxwaz dike ku Îran bi tevahî ji Sûriyeyê derkeve.

 

NAVENDA NÛÇEYAN