Rêveberê Dibistana Bilind a Lêkolînên Zanîstên Civakî (EHES), dîrokzan û pisporê siyasetê Hamit Bozarslan, profesorê EHES’ê Vincent Duclert û doktorê felsefeyê Ferhat Taylan bi hev re gotarekê nivîsandin. 
Di gotarê de wiha tê gotin; “Angajekirina bidawîkirina tundiya dewletê ya li hemberî Kurdan, naskirina Kurdan weke welatiyên Tirk, azadiyên kesî û çandî, an jî tenê agahdarkirina rayagiştî, her ku diçin dibin rojeva sereke ya zextên polîsî û darazê.
Her wiha bal tê kişandin ku di nava kesên ji meha cotmehê ve hatine girtin de weşanger-nivîskar Ragip Zarakolû, kurê wî Deniz Zarakolû, lêkolînera BD’yî Ayşe Berktay, endama Meclîsa BDP’ê Prof. Buşra Ersanli jî hatine girtin û rewşa wan hate bibîrxistin û wiha hate gotin; “Armanca vê operasyona di bin navê KCK’ê de ji aliyê yekîneyên polîsan ên li dijî terorê ve têne meşandin ew e ku rewşebîr, parêzer, peywirdarên perwerdehiyê, yên ku dixwazin demokrasiyeke li hemberî kêmenetew û mafên kesî rêzdar ava bikin, tune bikin.”
Di gotarê de wiha tê gotin; “Bi vê yekê rûyê rast ê Tirkiyeya Erdogan aşkere bû” û wiha didome; “Ev pêkanînên di van hefteyên dawiyê de tu eleqeya wê bi demokrasiya Îslamî ya ku gelek pesnê wê tê dayîn re tune ye.”
Di gotarê de tê diyarkirin ku diyar kir ku di nava nirxandinên yekemîn ên Erdogan ên têkildarê Bihara Ereban de, piştgirî dide Muammer Qeddafî û Beşar el Esad û bi bîr xistin ku Erdogan, Esad weke “dosteke baş” destnîşan kiribû.
Di nivîsa di rojnameya Le Mondeyê de wiha tê gotin; “Vê operasyona rekmalê ya balkêş di demek ku demokrasiya Tirk ji bo cîhana Ereban dibe tiştek mezin de, bi van girtinan careke din rê û rêbazên rast ên desthilatiya AKP’ê nîşan da ku: tevgera siyasî ya Kurdan tune bikin, rewşembîrên ku dixwazin şerê li rojhilatê welêt (bakûrê kurdistanê) bi dawî bibin, bigirin, hemû muxalîfên dewletê enkarte bikin, bi vî awayî pergala dewletê bi dest bixin û hemû çapemeniyê biçewisînin…”


 ANF/PARÎS