Piştre parlementerê Tevgera SYRIZA’ yê Stathis Panagouis got: “Çawan ku li Yewnanîstanê ji bo serbestberdana Aleksandros Panagoulis yê di dema cûntaya leşkerî tevgerek li Ewropayê hatibû avakirin, divê ji bo serbestberdana Abdullah Ocalan jî tevgereke wiha ere avakirin.”
Panagoulis ku bal kişand ser rola hukûmeta Yewnan a wê demê ya di komploya navneteweyî de, diyar kir ku ji ber ku ew weke gelê Yewnanê dostên gelê Kurd û Ocalan, li hemberî vê komployê nebûne asteng, jixwe şerm dikin. Panagoulis da zanîn ku ji ber wê jî ew lêborînê ji gelê Kurd dixwazin û soz da ku ew ê bi awayeke herî xurt û çalak tevlî kampanyaya ji bo azadiya Ocalan bibin.
Parlementerê berê yê PASOK’ê û civaknas-nivîskar Mihalis Haralambidis jî diyar kir ku divê dewleta Yewnan lêborînê ji Kurdan bixwaze û ji bo vê yekê deyndar e. Her wiha bang li Yewnanîstanê kir ku ji bo azadiya Ocalan di saziyên Konseya Ewropa, Yekitiya Ewropa û NY’yê de rol bilîze. Her wiha destnîşan kir ku ew ji bo Xelata Aşitiyê ya Nobelê bidin Ocalan ew ê hewl bidin.
Her wiha, Serokê KON-Kurd’ê Îsmet Kem derbarê kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” û çareseriya pirsgirêka Kurd û bûyerên li herêmê de bi berpirsên derve yên desthilatiya NEA DEMOKRASIA û muxalefeta sereke ya Yewnan Tevgera SYRIZA re hevdîtin pêkanî. Kem her wiha hevpeyvîn da gelek rojname û TV’yan. Her wiha weke axaftvan beşdarî du civînên gel ên li kampên penaberan bû.
ANF/ATENA