
Ez di trênê de li ser rêya kar im. Li derdora min bêdengiyeke Skandînavî heye. Serên pirraniya rêwiyan di ber wan de, bi baldarî û zoq li telefonên xwe dinêrin, yên din jî, rojnameya Metro û pirtûkan dixwînin. Her kesek li gorî balkêşiya xwe biagahdariyên di telefona xwe de mijûl e. Ciyek vala ber çavê min dikeve. Bêdeng lê rûdinim û ez jî telefona xwe ve dikim. Wek fêrbûnekê ku ji dema nûçevaniyê ve bi min re maye, pêşî li ajansên Kurdî dinêrim. Hê nû paşê çavekî li medya civakî digerînim.
Wêneyekî hê di nihêrîna pêşî de bala min kişand ser xwe. Dema min bala xwe da wêneyî, min dît ku video ye. Di videoyê de hejmarek zarok li hev hatine komkirin. Min nivîsa di ser wêneyê re xwend. Zarokên ji warê Pîroz mîna tabloyeke realîst a ku xizanî û perîşaniya serdema navîn sembolîze dike, li pêşberî min e. Li zalimtiya bêpîvan a afrênerê vê tabloyê difikirim... Zarokên ji Çiyayê Şingalê rêz bûne. Cil û bergên li wan, por û awirên wan, bêdengî û çavsiliya wan yekser têgeha mekan û demê ji hişê min dibe, ez dibim cureyek enerjiyeke hest û hîsan. Ne goşt û ne hestî di nava laş de namîne.
Dengê lêdana dil e tayê zirav ê bi jiyanê ve. Hestên ziravhûnayî zîziya rûhê mirov di ser xwe re bi leza tîrêjî derbasî wê dem û devarê dike. Lê her diçe lêdana dil zêde dibe. Pêlên hîsan yên ji çavkaniyên nediyar ruhê min careke din li nava gewdeyê min vedigerîne û li keviya çavê min dipingirîne. Serê xwe radikim û li dora xwe dinihêrim. Hilmeke kûr distînim û berdidim.
Careke din lê guhdarî dikim. Dengekî nerm ji dilekî biçûk derdikeve yê ku zaliman di vî temenê hindik ê despêkî de jiyan li wî, malbat û xizmên wî herimandiye. Ew dilê ku di pênc salên dawî de tenê rojekê jî bi xweşiyê şa nebûye û peyvek xweş nebihîstiye; di xwe û jiyana xwe ya dijwar de bihûriye û pirsa ewlekariya nirxekî civakî, olî, warî, mirovî û ebedî dike.
"Ma tiştek bi Şingalê hatiye?"
Bav ji aliyê qesabên bi şikil mirov lê bêruh, bêaqil, bêwijdan û zalim ve hatiye kuştin. Dayik jî dîsa bi heman rengî ji aliyê hinek ji van tebayên hov ve dîl hatiye girtin û kî dizane bê di çencereyên êşdayinî yên çendan ji van xwînvexwaran re derbas bûye! Pênc salên tije zilm, zaroktiya şewitî û jêstendî. Di nava ewqas êş û zilmê de paxav û mitala warê pîroz di wî dilê biçûk de hilaniye û parastiye. Belesebeb bapîr û dapîran negotiye, "Her giya li ser koka xwe şîn dibe". Ax û war in ên ku dayika dayik û bavan e.
Min serê xwe careke din rakir. Dilê min bi hestên cuda dikele. Ew rojên peydebûna van tebayên kincreş û dilreş hate bîra min. Peydebûna wan a ji nişka ve û belavbûna wan vîrûsan a li ser nexşeya welatê me û ya herêmê hate bîra min. Hinekan bernameyeke lîstikeke bixwîn û virûsa wê ji bo herêma me amade kiribû, û ji derve ve bi dardestekî bixwîn dista xwe tev dida. Ev mexlûqên bêwijdan kom bi kom ji zindanên hinek welatên Erebî li herêmê belav dibûn û li ser esasê dijayetiya Kurdan û olên cuda dest bi birêxistinkirina tevneke xwînî dikirin.
Hê di destpêka peydabûna van zebaniyan de diyar bû ku di serî de Êzîdî, Misilmanên ne bi dilê wan û hemû olên cuda, di hedefa wan de ne. Heger ew keysê li van koman bînin, ew ê avê li wan venexwin. Di demeke kurt de jî tîbûna xwe ya ji xwîna mirovan şikenandin.
Di demekê de ku xeter bi vê radeyê eşkere û zelal dibû, her diçû nêzîkî Êzîdiyan dibû, çima hêzên berpirsiyar ên li Şingalê li derfetên parastina sivîlan negeriyan, eniyeke parastinî bi hevkariya hemû hêzên Kurdistanê li derdora Şingal û Kurdistanê ava nekirin? Di vê xalê de KDP xwedî mesûliyeteke mezin e. Hêzeke wan a baş li Şingalê hebû û dikarîbûn heta bi radeyekê pêşî li vê karesat û felaketê bigirtana. Nedibû ku hêzên wan wisa zû terka herêmê bidin.
Ez bawer nakim ku ew şaşiyeke rûtîn ya piçûk bû. Ew kêmaniyeke perwerdeyî, îdeolojîk, sekûlerî û di asta hêzên ewlakerî û parastinî de jî nebûna kesayetiyeke fedayî ya di ber nirxên pîroz ên neteweyî û mirovî de bû ku wê rojê qidûmê wê koma pêşmergeyên li Şingalê şikand, û ew li ber çavê kamerayan berepaş revand.
Kurt û Kurmancî, ji bo wan pênc salên miştêşî lêborînek û bijîyek pêwist e. Lêborîn ji bo wan zarok û malbatên wan û bi hezaran caran bijî jî, ji bo wan keç û xortên ku can, mal û talanê Şingalê yeko yeko bixwîna xwe lê vedigerînin.