Walîtiya Helebce piştî van gotinên namzedê serokatiya DYE´yê Donald Trump daxuyaniyek belav kir û nerazîbûn nîşanî gotinên Trump da.
Waliyê Helebce, Ebdullah Newrolî der barê mijarê de got: “Piştî ku Donald Trump di axaftinek xwe de pesna Sedam Hisên da, me li dijî van gotinan daxuyaniyeke nerazîbûnê belav kir. Li ser navê xelkê Helebce û malbatên qurbaniyan me jê xwestiye ku lêborîna xwe ji xelkê me bixwaze. Ew divê her wiha careke din gotinên bi vî rengî dubare neke.”
182 hezar welatiyên Kurd wenda bûn
Di beşekê ji daxuyaniya nerazîbûnê ya Walîtiya Helebce de tê gotin: “Em dixwazin bi bîra Trump bixin ku ew gaza kimyewî ya Sedam 16’ê Adara 1988’an li dijî Helebceyê bi kar anî, bû sedema şehîdbûna zêdetirî 5 hezar welatiyên sivîl û birîndarbûna zêdetirî 10 hezar kesan jî. Di pêvajoya desthilatdariya xwe de Sedam Hisên bi hezaran sivîl qetil kirin. Di dema Enfala li dijî Kurdan de zêdetirî 182 hezar welatiyên Kurd wenda bûn û di komkujiyan re derbas bûn.”
CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS / HELEBCE