
Belgefilma “Şandiyar: Îlhan Çomak” ku jiyana Îlhan Samî Çomak ê ev 22 sal in girtî ye û lêgerina wî ya edaletê vedibêje; film di çalakiyên cûr bi cûr de tê pêşandan û rastî elaqeyeke mezin tê.
İlhan Sami Çomak beriya bi 22 salan hêj 21 salî bû dema Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Stenbolê dixwend. Sala 1994’an hat binçavkirin û hat girtin. Îlhan Samî Çomak ê 22 sal in di zindanê de bi awayekî fîlî ne di nav çîrokê de be jî li navenda wê cih digire; bi filmê ´Şandiyar´ ha qala vê çîrokê tê vegotin. Film li ser rastiya jiyana Îlhan ê girtî û malbata wî ya bêyî wî dijî, hatiye hûnandin. Çîroka film bi nameyên Îlhan nivîsandî tê vegotin. Hest, jiyan, hevî û baweriyên wî tên zindîkirin.
15-16 rojan êşkence lê kirin
Di film de, ji zanîn û belgeyan wêdetir hest serwer in. Çîrok, di şexsê Îlhan de bi rêbaza kronolojiyekê dîroka zindanê, têkoşîn û lêgerîna girtiyekî li zindanê û derveyî zindanê û rastiya jiyanê vedibêje. Îlhan Samî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve sala 1994’an hat binçavkirin. Nêzî 15-16 rojan li midûriyeta polîsan rastî êşkenceyê hat. Piştre ji aliyê dadgeha ku dadgerê leşkerî, lêpirsîn hat kirin.
Şanoya ji nû ve darizandinê
Di encamê de jî hat girtin û ew şandin girtîgehê. Heta salên 1999’an carinan rûniştinên dozê hatin kirin. Dadgehê hin delîlên qedexe, çîrokên ku li ser îfade û daxuyaniyên di bin çavan de hatine kirin û curimê îtîrafkaran wekî rast qebûl kir. Bi van delîlên li dijî hiqûqê û çîrokên bê esil dosyayek çêkir û bi vê dosyayê cezayê herî giran, hukmê îdamê yê Qanûna Ceza ya Tirk li Îlhan birrî. Lê piştre dadgehê hal û helwesta Îlhan a baş li ber çavan girt û cezayê îdamê veguherand cezayê muebbetê. Heqûqnasan jî piştî vê biryarê dosyayê Îlham bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME). Sala 2007’an DMME’ê daxwaza Çomak mafdar dît. Di rastiyê de jî di dosyayê de hebûna hakimê leşkerî wekî îhlal dît. Ji hikûmetê re jî got ‘Tu dikarî vê îhlalê rast bikî û ji nû ve darizînî.’ Dadgehê jî biryar da ku ji nûve darizîne. Niha di lîteratura hiqûqê de wateya ji nûve darizandinê ev e.
Ev biryar piştî ket bin venêrtina DMME’ê û şûnde îhlalek pêk hatiye. DMME’ê jî liser vê îhlalê ji Tirkiyeyê xwest ku Îlhan ji nûve bi awayekî adîl darizîne.
Belgefilma bi nameyan
Çomak dê 1’ê Hezîranê (îro) li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji nûve bê darizandin û derkeve pêşberî dadgehê. Malbatê li dijî bê hiqûqiyê li ser medya civakî kampanya “Edaletê” da destpêkirin. Berî darizandina Çomak, derhêner Sertaç Yildiz û Çîgdem Mazlum bi navê “Şandiyar: Îlhan Çomak” belgefilm amade kirin û pêşkêş kirin. Belgefilm li Amedê di rojên FilmAmed de hat pêşandan. Di rojên belgefilm Stenbol a Documentarist li SALT Galata yê jî derket pêşberî temaşevanan. Yekem car bi rêya nameyan belgefilmek tê amadekirin û têkoşîna girtiyê zindanê bi raya giştî re tê parvekirin.
EVRİM KEPENEK/DÎHA/STENBOL