Malbata Donmez di sala 1915'an de dema Ermenî rastî komkujiyê hatin ji Agirê koç kirin û belav bûn. Nêviyê malbata Donze koçî Rusyayê kirin û beşek ji wan jî ji Agiriyê koçî Mûşê kirin. Malbata Donmez ku ji ber komkujiyê bûn 2 perçe, 97 salin ji hev dûr û winda dijîn. Malbata Donmez a li Mûşê dijîn, piştî agahî ji Radyoya Eriwanê girt û bihîstin ku xizmên wan ên li Rûsyayê dijîn ketin nava lêgerînê. Malbata Donmez a li Mûşê li ser vê agahiyê çûn Rûsyayê û dest bi lêgerînê kirin. Lê malbata Donmez ku çûn li Rûsyayê li xizmên xwe yên winda geriyan bêyî ku encamekê bi dest bixin bi paşve vegeriyan. Ji malbata Donmez Mehmet Dönmez, anî ziman ku bi salan in li xizmên xwe yên winda digerin û tenê daxwaza wan ewe ku bigêjin xizmên xwe yên winda. Donmez, da zanîn ku 97 salin ji xizmên xwe agahiyê nagirin û dixwazin demek beriya demekê xwe bigînin xizmên xwe.
Donmez, da zanîn ku bi salan e li xizmên xwe yên winda digerin û wiha got: "Me ji kalikê xwe guhdar kir ku malbata me bûye du perçe. Bi salan in em li xizmên xwe yên winda digerin. Kalikê min Bekîr û pîra min Elmas e. Li gorî kalikê min çîroka wan ji mere got 2 bira bûn. Di sala 1915'an de li dijî ermeniyan komkujî pêk hat. Birayê kalikê min Ahmet û Mehmet, koçî Rûsyayê kirin. Em jî ji Agirê koçî Qersê û ji wir jî hatin Mûşê. Herî dawî me çîroka xizmên xwe ji radyoya Erîwanê guhdar kir. Piştî re em çûn Rûsya û Ermenîstanê û em li gelek cihan geriyan. Lê heta niha me tu agahî bi dest nexist. Tenê daxwaz û heviya me dîtina wan e."

DÎHA/MÛŞ