Maltan çûn ser gorê û ji bo lêgerîna edaletê meş pêk anîn. Malbatan di çalakiya heftanede sersaxî ji malbata Dayika Berfo xwestin û diyar kirin ku Dayika Berfo remza tekoşîna morale ye. Piştre li ser navê malbatan Aktivistê Aştiyê û Parazvanê Mafên Mirovan Îbrahim Yaylali daxuyani xwend. Yaylali, diyar kir ku ew ji derya Reş e û êrîşa li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)'e pêk hat şermezar kir. Yaylali, anî ziman ku ew dixwaze der barê êrîşa li dijî HDK'ê pêk hat çend tiştan bêje û wiha got: "Hikumetê heta niha her tim li ser rantê û şer hebûna xwe parastiye. Li Derya Reş jî bi kirin û polîtîkayên xwe helwesta faşîzan pêş xistiye.


Polîtîkayên îmhakirinê pêş dixin

Parazvanê Mafên Mirovan Îbrahim Yaylali anî ziman ku hikûmheta AKP'ê li diji hemû kesên ku ne Tirk be şer îlan dike û polîtîkayên îmhakirinê pêş dixe. Yaylali anî ziman ku feraseta komkujiya Porîsê û Roboskiyê yek e. Yaylali da zanîn ku li gel 7 xwendekarên xwe hatin Roboskiyê û wiha got: "Di vegerê de li Şirnexê ji aliyê polîsên Şirnexê ve hatin rawestandin û rastî lêpirsîna polîsan hatin. Ji xwendekaran re gotin hûn ji ku tên, xwendekaran jî gotin em ji Roboskiyê tên. Polisan gotin hûn çima naçin ser cenazeyên leşkeran. Ev kes ne ew mirovên hûn dizanin in. 'terorist in' û bertek nişanî xwendekaran dan.  Piştr re xwişka Selam Encu Newroz Encu, ku li ser navê birayê xwe name nivîsandinbû xwend. Newroz Encu name xwend û wiha got: "Ez Selam Encu me. Ez roniya çavê dayika xwe me. Ez kurê wê yê ewil im. Li Roboskîye çîrokê bi êşê nehatine nivîsandin tune. Tiştê ku me bi hevî û kêfxweş dike ruhê me ye. Voltaire; bi êşê hatiye stran û kêfxweş bûn. Ez şermokî û ne çalak bûm. Min ji keçikekê hez kir, lê min ji hevalê xwe ferhat re ji negotibû...."
".... Dibe ku hûn xwe aciz bikin, lê du gotinên min hene. Ger ku bombeyên ez kuştim edalet ne kuştibe ez wê demê edaletê dixwazim. Ma edalet me mafê her kesî ye?" Na ger ku wan bombeyên mezin ku ez kuştim edalet kuştibe divê ji dewletê lêblorînê bixaze. Ma ji bo ku ez kuşime divê ez ji Serfermandar lêborînê bixwazim?" 

DÎHA/ŞIRNEX