
Konferansa pêr piştî axaftina vekirinê şûnde bi xwendina peyamên hatine şandin dom kir. Komên baweriyên cuda yên Anadolû û Mezopotamya ku ji bo Konferansê peyam şandi, bal kişande ser ku ji bo aramî û aştî li herêmê bibe desthilatdar divê hemû kes hewildan bide.
Di konferansê de li ser navê Federasyona Êdiyên Kurdistanê Serokê Komeleya Mala Êzidiyan a Emerîchê Adil Demîray ku axivî, da diyar kirin ku ji bo li herêmê hevdû pejirandin û aştî bibe desthilatdar divê dinava baweriyan de hevdu pejirandin hebe. Nûnertiya baweriyên Elewî, Ermenî, Asûrî-Sûryanî peyamên nivîskî ji bo Konferansa Îslama Demokratîk şandin, daxwazên xwe yên ku li herê divê hevdu pejirandin û aramî hembe dubare kirin. Li aliyê di Konferans di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji Kongreya Îslama Demokratîk a ku di 11-12’ê Gulanê de li Amedê hat li darxistin re şandibû, hat xwendin.
Di peyama Ocalan de bal hate kişandina ser cewhera Îslamê û dabû diyar kirin ku ji bo li herêmê aştî û demokrasî bibe desthilatdar divê ‘Hevpeymana Medînê’ bikeve meriyetê de.
'Bi mezheban Kurdistan parçe kirin’
Dr. Huseyîn Xaliqî û Şêx Mûrşîd Xeznewî di axaftinên xwe yên li rûniştina duemîn a doh de diyar kirin ku li Rojhilata Navîn dijberiyeke Kurdan heye û îddîa kirin ku Kurdistan ji aliyê mezheban ve hatiye parçekirin.
Di rûniştina doh a konferansê de mijara bi sernavê "Sedema Pirsgirêka Kurd, Têkoşîna Nasnameyê ya Kurdan, Pêvajoya Aştiyê û Rêyên Çareseriyê" hat nirxandin. Bi moderatoriya alimê olî û nivîskar Diyar Botî re Dr. Huseyîn Xaliqî, Şêx Mûrşîd Xeznewî û Şaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû pêşkêş kirin. Beşdaran diyar kirin ku li Rojhilata Navîn dijberiyeke Kurd heye û destnîşan kirin ku ti eleqeya vê bi Îslamiyetê re nîne.
Dr. Huseyîn Xaliqî di rûniştinê de da zanîn ku Peydama Medîne li ser bingehên li Mekkeyê hatiye avakirin û anî ziman ku di vir de gelek derdor bi awayekî azad jiyane. Xaliqî ragihand ku nivîs û peyamên Tewrad, Zebûr, Încîl û Kûranê însanî û aştiyane ne û got, "Peyamên hatine şandin, însanî û aştiyane ne. Peyamên li dijî zaliman, zilm û mêtîngeriyê ne. Lê mixabin ev neketin meriyetê. Yên îro li ser navê Îslamê tevdigerin, li Rojava dest datînin ser jinê û malên me. Vê yekê jî li ser navê Îslamê dikin û li xwe jî helal dikin."
Xaliqî bal kişand ser hatina Îslamiyetê bo Kurdistanê û got, "Van derdoran peyamên rast û aştiyane yên Îslamiyetê neanîne. Van derdoran mirov kuştine, mal talan kirine. Mezhebên weke Sunnî û Şafî, mirov kuştine, parçe kirine. Kurdistan ji ber van mezheban parçe bûye."
'Îslam ji cewher hatiye xistin’
Şêx Mûrşîd Xeznewî jî li ser 'Nêzîkatiya dewletên Ereb ên Îslamê li Rojava, wate û girîngiya Rojava" pêşkêşiyek kir. Şêx Mûrşît Xeznewî di axaftina xwe de got, "Çawa ku di dîrokê de mezheban di navbera mirovan de rê li ber cudahiyê vekirine, gotina 'Îslama Demokratîk' jî wê di navbera mirovan de rê li ber nîqaşê veke. 'Îslama Demokratîk' û 'ya ne demokratîk' wê rê li ber parçebûnê veke. Şerê derkeve, pevçûnê rû bide. 'Îslama Demokratîk' nabe. Di demokrasiyê de azadî heye. Lê di Îslamê de me hemû koleyên Xwedê ne. Ancax em dikarin vê nîqaş bikin; Îslama nû. Ji ber ku Îslama kevin riziya ye. Ji cewhera xwe dûr ketiye. Ji ber vê yekê divê Îslamiyet li cewhera xwe vegere. Divê em dema Medîne ya destpêkê bijîn. Û li ser Îslamiyeta hemdem nîqaşan bimeşînin."
Şêx Xeznewî da zanîn ku li Rojava şoreşek tê jiyîn û got, "Lê belê di vir de du kom hene. Yek jê neteweyî ya din jî olî. Nêrîna van her du koman jî dijberiya Kurd e. Lîderên mûxalefeta Sûriyeyê, dev ji şoreşa Kurdan berde, Kurdan bi xwe jî qebûl nakin. 22 dewletên Ereb hebû Kurdan qebûl nakin. Hz. Mûhammed di şer de ev tişt gotiye; 'Dê dest nedin mal, can û zarokên ti kesî, wê hemû werin parastin.' Lê belê ya ku îro li Rojava tînin serê Rojava, nehatiye serê kafiran. Dest diavêjin jinên me, malên me talan dikin. Mizgeftên me xera dikin."
Banga parastina Rojava
Şêx Mûrşîd Xeznewî 'Peymana Medîne' jî vegot û got, "Her kes behsa 'Peymana Medîne' dike. Divê em her kes vê peymanê baş bixwînin û lêkolîn bikin. Di vê peymanê de hemû cihêrengî bi hev re jiyane. Divê îro li Rojava ev bê bicih anîn. Lê divê neyê ji bîrkirin di vê peymanê de dibêjin eger êrîşek li dijî Medîne were kirin, pêwîste her kes bi hevparî vî bajarî biparêze. Îro li Rojava jî divê ev peyman bicih were anîn. Asûrî-Suryanî, Çeçen, Ereb, Kurd divê bibin yek û Rojava biparêzin."
'Ocalan aştiyê dixwaze’
Şaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû jî hewldanên pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratî nirxand û got, "Li cîhanê piştî Hîroşîma, Nagazakî qirkirina herî mezin li Helepçeyê hat kirin. Lê belê tevahiya cîhana Îslamê li hemberî vê bêdeng mane. Daxuyaniyek jî nedan. Gelo Îslamiyet ev e? Wekî din di serî de Roboskî gelek komkujî bi destê dewletên Îslamê ve anîn serê Kurdan. Ji bo dawî li van komkujiyan û barîna rondikên çavan bê anîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21'ê Adara 2013'an de daxuyaniyeke aştiyê da. Lê belê mûxatab nayê dîtin. Îslamiyet aştî û aramiyê dixwaze. Lê belê yê ku nikare vê bike hêzên mêtînger in. Kurd mîna hemû gelên li Rojhilata Navîn dixwaze ziman û baweriya xwe bi awayekî azad bijî. Naxwaze ziman û mafê kesî talan bike. Di pakêta çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev heye. Ev daxwaz li 'Peymana Medîne' dikin. Lê belê yên ku vê naxwazin dewletên mêtînger in."
‘Fitne tevlî Quran û Îslamê hatiye kirin’
Di konferansa ji aliyê Federasyona Civaka Îslamiya Kurdistan ve dibin navê “Di Îslamê de Jin” hatî organîzekirin de, nivîskarên îlahiyatvan Huda Kaya û Yildiz Demîr axivîn. Kaya di konferansa pêşkêşvantiya wê Hatîce Turhanlî dikir de diyarkir, piştî mirina pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed fitne tevlî Îslam û Quranê bûye û wiha pêde çû, “bi taybetî piştî Emewiyan fitne tevlî Îslamê hatiye kirin”. Kaya bi destnîşankirina, “di mijara jinê de jî gelek alozî çêbûne” wiha berdewamkir, “bi şixiwilandina navê pêxember rant, zilm û siyaset hem li ser gel û hem jî li ser jinê hatiye pêkanîn”.
Kaya bi diyarkirina, di civakê de dinavbera jin û zilam de cudahî hatiye çêkirin, wiha domand, “derketina jinan ya kolanê, çûyîna wê ya mala xuda hatiye qedexekirin. Heta hinekan fikra “ger jin kirêt, nezan û pîr be” dikare were mizgeftê, pêşxistine. Xudê di Quran û pirtûkên olên pîroz de navê jinê bi navê xwere vedibêje”.
Kayayê di dîroka Îslamê de bi nimûne dayîna jinên pêşeng, wiha pêde çû, “ji bo nêzîkatiyên ne di rêde yên li hemberî jinê bidawî bibin, divê em bi paqijkirina zîhniyeta xwe destpêbikin. Em bi Quranê dikarin mejiyê xwe paqij bikin û bi wî şeklî vê mijarê li pey xwe bihêlin”.
Huda Kaya diyarkir, pirsgirêka jinê bi Îslamê ne bi sînore, wiha berdewamkir, “di hemû olan de rolê tê dayîna jinê di holê deye. Li Rojava jî piştî 1700’ê mafê jinê hatiye dayîn. Ji bo vê jî ji bo azadiya jinê divê jinên pêşeng yên di Şoreşa Fransa de mînak werin girtin”.
ALÎ GULER/ARF/HAGEN