Konferansa Aştî û Demokrasiya Gelan a li paytextê Bruksel Belçîkayê  pêk hat Di konferansê de nûnerên gelên kurd, tirk, ermenî,pontûs-rûm, asûrî-suryanî, laz, çerkez,ereb, roman, elewî û êzîdiyan tevli bûn
Di nava vexwendiyan de Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD), Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya li Almanya (TUDAY), Komeleya Çerkezan, ermeniyên Dêrsimê, Komeleyên Elewiyan, Komeleya Parastina Çand û Zimanê Lazan, rêxistinên jinan, Serokê Kongreya gel Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar cîh girtin.
Nûnerên gelên Kurd, Tirk, Ermenî, Pontus-Rûm, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkez, Ereb, Roman û organîzasyonên Elewî, Êzîdî, Xiristiyan û Îslamî tevli konferansê bûn. Wekî din jî di nava mêvanan de li rêzên pêş Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û parlamenterê BDP’a Wanê Nazmî Gur jî beşdarî konferansê bûn.
Beriya dîwan were hilbijartin li ser navê komîteya amadekar Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç axivî û diyar kir ku, komîte nêzî du mehane xebatekî berfireh dide meşandin û wiha got: “Me tu sinor nedanîn, hêjmar çi qas be bila bibe, her kesê ku bi taybet li Rojhilata Navîn dixwaze çarenûsa xwe tayîn bike dikare tevli konferansê bibe.” Koç diyar kir ku wan xwest li gel hemû hêzan bi rexneyên wan ve, bi hebûna wan ve ku li hember çemka dewletê a tekane bên gel hev. Koç destnîşan kir ku, deriyê ku me lê xistî nemaye û wiha got: “Em konferansê gelek girîng dibînin. Ev konferansekî dîrokiye. Yek ji sedemên ku em li sirgûnê ne yek ji wan jî Ewropa ye.” Koç diyar kir ku, ji ber wê sedemê pir girînge ku konferans li Brukselê pêktê.
Piştî axaftinê li gorî koteya zayendî ji bo dîwanê sê zilam û du jin hatin hilbijartin. Di dîwanê de Rojda Yildirim, Murat Çakir, Şafak Arabaci, Zeynel Ozen, Nurî Karakurt cih girtin.  

Ji bo hêzdayina pêvajoya aştiyê

Di roja duyemîn a Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li salona Prencesse ya “Boulevard International” pêk tê, nûnerên gel û baweriyên cûda nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser mijara “Rola Kurdistanî û Tirkiyeyiyan a li pêvajoya çareseriyê” tînin ziman. Nûnerên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ermenî û Asûrî-Suryaniyan, komên baweriyan ên Elewî, Misliman, Xiristiyan û Êzidî, bal kişandin ser girîngiya hevparîbûnê û daxwazên xwe bilêv kirin.
Bavê yek ji sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin kuştin Fîdan Dogan Hasan Dogan di peyama xwe ya ji bo konferansê de hukûmeta Fransayê bi tundî rexne kir. Dogan da xuyakirin ku di gel li ser komkujiyê pênc meh derbas bûne jî komkujî nehatiye ronîkirin û got, “Bi qasî ez dibînim, dewleta Fransayê hewl dide ser komkujiyê binixumîne. Emê destûr nedin vê.”
Ji Federasyona Elewiyan a Demokratîk Ayten Aslan jî hin rêzedaxwazên weha bilêv kir: “Divê hemû nasnameyên bawerî û etnîkî bên ewlekirin, Wezareta Karên Diyanetê bê rakirin, ji bo pêkhatiyên cûda yên civakê karibin xwe biparêzin û bi awayekî azad bijîn destûreke nû ya azadîperest û demokratîk bê avakirin, li ser nasnameyê cihê ol tê nivîsandin bê rakirin, Dêrsim 38 weke qirkirina Kurdên Elewî bê naskirin, ji Elewiyan lêborîn were xwestin, malên hatine talankirin li xwediyan bê vegerandin, malên cem bi awayekî fermî werin naskirin, çêkirina HES û benavan bên rawestandin.”
Ji Civaka Kurd a Elmanyayê Alî Ertan Toprak di axaftina xwe de diyar kir ku ya girîng mayîndebûna vî karî ye û destnîşan kir ku divê konferanseke din a aştiyê li Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin.
Nûray Şen jî got, “Ev konferans dikare bangekê li hukûmeta Tirk bike, dixwaze jê bixwaze gavan biavêje. Ev konferans dikare di nava xwe de hin komîsyonan ava bike û biryarên werin stendin, bicihanîna wan bişopîne.”
Ji Saziya Malbatên Şehîdan Aysel Alacaçayir bi pirsa “gelo kîjan dayik dixwaze zarokê wê bimire?” bang li dayikên Tirk kir û got, “Werin em bi hev re aştiyê ava bikin.”
Nûnerê Rêxistina Ciwanên Kurd li Ewropayê jî bal kişand ser zextên li Ewropayê li ciwanên kurd tên kirin û got, “Bi taybetî di sala bihurî de ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi pêleke mezin a girtinê re rû bi rû man. Hînê gelek ciwanên Kurd li girtîgehên Ewropayê tên ragirtin. Li gelek qadan, xebatên ajankirinê tên meşandin. Bi taybetî li Elmanyayê hewl tê dayîn ciwanên Kurd bê krîmînalîzekirin. Em weke tevgera ciwanên Kurd bang li hemû ciwanan dikin ku tevneke hevpar a têkoşînê ava bikin.”
Ji Yekitiya Jinên Sosyalîst Ayşe Yunlî Yeter jî pirsgirêkên jinan nirxand û destnîşan kir ku divê eniya jinan were xurtkirin. Yeter bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û pêşniyar kir ku der heqê jinan de komîsyon werin avakirin.

Divê êş hevpar bibin  

Beşdarek ji Federasyona Karkerên Penaber a Elmanyayê jî di axaftina xwe de got, “Çiqasî êşên me yên giran hene, hûn dizanin? Gava mirov behs bikin, dem têrê nake. Ev tê vê wateyê, gelek pirsgirêkên me hene yên divê em hesap biprisin. Em ti carî nebûn yek. Ev konferans jî nîşan dide, eger em nebin yek, emê gelek êşan bikşînin. Werin em hêza xwe bikin yek û bi hev re hesab bipirsin.”
Ji tevgera Îslamî Mele Şafî jî bi kurtasî got, “Em hemû komkujiyan şermezar dikin. Ev tiştên tên kirin, zilm e. Hin ciwan dibêjin ol ji bo zilmê hatine. Di nava ti olan de zilm tineye, biratî heye. Di ol de zordarî tineye, bi zorê kes nikare bibe oldar. Di hin demên Îslamiyetê de Mislimanan zilm kirine. Di nava Kurdan de cerdevan jî hene, ev ne ji ber dîn e. Ji bo em bigihêjin armancên xwe divê em tifaqê bikin û dest bidin hev.”
Li ser navê huqûqnasan Fîlîz Kalayci jî da xuyakirin ku ji bo PKK û Kongra-Gel ji “lîsteya rêxistinên terorîst” a Ewropayê bê derxistin, divê xebat bên meşandin.

‘Li gorî rihê demê tevbigerin’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ku rê kir Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Brukselê diyar kir ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûne û wiha got: “Divê ku ji vegotin û pratîkên ku pêbaweriya ji pêvajoyê dişikîne û kûr dike her kes xwe dûr bigire, ji bo pratîzebûna pêvajoya çareseriyê bi avêtina gavên şênber ên ku li demê nehatine belavkirin, jêneger in.”
Peyama Rêberê Gelê Kurd a ku di konferansê de hat xwendin wiha dest pê kir: “Hevalên qedirbilind, delegeyên rûmetdar destpêkê dixwazim ku sekna konferansa we ya ku di demeke dîrokî de pêk tê pîroz dikim, bi baweriya ku ew ê encamên konferansê encamên serkeftî jê derkevin we hemûyan bi rûmetdarî û hezkirin silav dikim. Ev konferansa we ya ku hûn li dar dixin ku li gorî ruhê pêvajoya ku me piştî muzakere û hevdîtinên li ser navê dewleta tirk li girava Îmraliyê bi min re tê kirin, me daye destpêkirin, qet şik û gumana min jê tune ye ku ew ê ji bo çareseriyê gelekî kêrhatî be.”
Rêberê Gelê Kurd di berdewama peyama xwe de diyar dike ku ew wekî gelên qedîm ên li ser xaka Kurdistan, Anatolya û bi tevahî xaka Mezopotamyayê bi sed salan e ku li aştî û edaletê digerin.
 Rêberê Gelê Kurd li ser merheleya duyemîn jî sekinî û wiha got: “Di vê çarçoveyê de; di têkiliyên Kurd-tirkan de divê bi paradigmayeke nû, aştiyeke ku hemû Rojhilata Navîn dixe binê bandora xwe bê înşakirin. Ji ber ku em wekî Tevgera Azadiya Kurd bi awayekî cidî ji vê bawer dikin, me hemû hêzên PKK’ê derxistin derveyî sînorên Tirkiyeyê û me ji vê çareseriyê re derfetek avakir. Di merheleya ku em îro gihîştinê, ji ber ku tişta ku ketiye ser milê PKK’ê bi awayekî cidî pêkaniye, îro mirin sekinîne, beyî ku derfetê bide provokasyonekî merheleya vekişînê bi gelemperî temam bûye. Niha êdî berpirsiyarî ketiye ser milê hikûmetê, em ketine merheleya 2’yemîn. Min der barê vê merheleyê de pêşniyarên xwe bi awayekî nivîskî radestî hikûmetê kiriye. Gotinên Serokwezîr Erdogan yên wekî ‘bila çek bê deng bin, fikir biaxivin, siyaset biaxive’ divê di vê merhelêyê de binê wê bê tijekirin.”

Berpirsyariyeke mezin

Peyama Rêberê Gelê Kurd wiha berdewam kir: “Bi munasebeta konferansa we, ji bo tevlibuna hemleya têkoşîna siyaseta demokratin ez bang li çîna jinan ku herî kevnar û zêde hatine mêtingerkirin, baweriyên ku hatine heciqandin û mezhebên wan û gelek baweriyên xwedî çand, nûnerên çîna karkeran û kesên ji pergalê hatine dûrxistin, dikim ku bi awayekî çalak li gorî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, ji bo avakirina welatekî hemû gelan û çandan bi awayekî wekhev, azad û demokratîk berpirsyariyek mezin dikeve ser milê her kesî. Hûn hemû gelên ji neçarî li derveyî welat  hatine hiştin, nûnerên çîn û çanda  bi awayekî xurt bixebitin.”
 
Neteweya demokratîk 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya peyama xwe de wiha got: “Ez bi kesayetî, ji niha ve li ser biryarbûyîna konferansa we, ez li ku derê dibim bila bibim, di kîjan demê de bijîm bila bijîm; ji bo civaka ku ez hewl didim kesayetekî wê, ji bo Kurdên ku îro ev trajediya dijîn, ji bo riya çareserî û rizgariya netewbûyîna demokratîk, di serî de ji bo parçeyêk ji gelê cîran, ji bo ji riya çareserî û Rizgariya Yekitiya Neteweyên Demokratîk ên hemû gelên Rojhilata Navîn, ku ew jî parçeyek ji gelên cîhanê ne ji bo riya çareserî û Rizgariya Yekitiya Neteweyên Demokratîk ên gelên cîhanê, sekna min ya heta dawiyê bi rêbazên vegotin û çalak, her tim di nav têkoşînbûyînê asayiye. Ez ê bi bandora hewcedariyê, bi kesayetiya xweyî estetîk, felsefî û hêza zanyarî ku bi kesayetiya xweyî gihîştiye heqîqetê bimeşim, jiyanê bi dest bixim û bi her kesî parve bikim.
Silav ji kesên ku hêz dane vê pêvajoyê û kesên desteka xwe didin çareseriya aştî û demokrasiyê! Silav ji bo kesên berpirsyariya biratî, wekhevî, demokrasî û azadiya gelên me girtine ser milên xwe!”
 

BRUKSEL