Serdanên şandeya KCD û BDP'ê ya ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlementerên BDP'ê Nazmî Gur û Sirri Sakik û Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê Cebbar Leygara pêk tê, piştî d beşdarî Konferansa Komara Kurdistanê ya Mehabadê hate lidarxistin bûn, dest bi hevdîtinên li gel rayedarên başûrê Kurdistanê kir.
Şandeya BDP-KCD’ê, pêr di demjimêrên danê êvarê de bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Lê belê hate zanîn ku konferansa yekitiya neteweyî, rewşa Kurdan li her çar parçeyan mijarên sereke yên vê hevdîtinê bûn.
Şandeyê piştre bi Serokwezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih re jî hevdîtinek pêk anî û hate diyarkirin ku di hevdîtinê de heman mijar hatin gotûbêjkirin. Hate zanîn ku şadeya BDP-KCD bi konsolosê Franse yê Herêma Kurdistanê re jî hevdîtinek pêk aniye.

Ji Hewlêrê peyama yekitiyê:
Divê Kurd çarenûsa xwe diyar bikin
Konferansa ji bo bîranîna 66’emîn salvegera Komara Kurdistanê ya Mihabadê li Hewlêrê li dar ket. Di konferansê de rêber û nunerên gelek partiyên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn.
Konferansê bi Sîrûda Netewî û rezgirtina bo kesên tekoşîna azadîya gele Kurd de jîyana xwe dane hate destpekirin û bi peyamê li ser navê komîtêya amadêkar a konferansê berdewam kir. Piştî peyamê Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî axaftinêk kir. Barzanî da zanîn ku di dîroka gelê Kurd de gelek zilm û zordarî hatîye serê Kurdan û bo destkeftîyen xwe gelek bedêlen giran daye.” Barzanî diyar kir ku dijminên gelê Kurd gelek caran bi her cûrêyen çekên giran dijî Kurdan komkûjî pêk anîne û got, “Di roja me de êdî nikarin bi tûndûtijî pirsgereka Kurd çaraser bikin. Edî ev dem nema û herî dawî pirsgerêk bi reya aştî ye çaraser bibe. Mafê çaranûsê Kurdan heye û emê wê mafê xwe biparêzin”
Barzanî anî ziman ku dijminên gelê Kurd hertim li ser parçebûna gele Kurd polîtîka xwe amade kirine û her tim xwestîye ku Kurdan bi Kurdan bide kuştin û wiha direjî da axaftina xwe. “Ev dem êdî nema êdî xwîna Kurdan bi destê Kurdan nay rijandin”
Barzanî wiha berdewam kir; Doza Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê dozekî netewî ye, lê belê li her parçekî taybetmendiyeke xwe bo çareseriyê heye. Gelê Kurd wek her miletekî din mafê xwe ya çarenivîsê heye, ev jî mafeke siruştiye, Xwedê dayê me."

Talabanî: Konferans girîng e
Piştî axaftina Barzanî peyama Serokkomara Iraq Cella Talabanî ji alîye Walîye Hewlêr Newzad Hadî e hate xwendin. Di peyama Talabanî de hate diyarkirin ku ev hewldanên konferansê pir giring e û bo serfirazîya gelê Kurdistan.
Serokê berê Hikumeta herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih bal kişand ser girîngiya Komara Mehabadê di dîroka Kurdan û diyar kir ku ew ew êdî qebûl nakin ku Kurd weke welatiyên duwem bêne dîtin.

Demirtaş: Hestên Kurdan bûne yek
Hewserokê BDP Selahaddîn Demîrtaş jî diyar kir ku hatine konferansê Mehabad kefxeş in û got, “Em divê vê rojê ji xwe re bikin mînak û ji dîrokê ders bigrin. Bizanibin ku em ê çawa bi serkeftî pêş ve bimeşin” Demîrtaş anî ziman ku gelê Kurd bo azadîya xwe gelek bedelên giran dayê û wiha axivî. “Her çar parçêyen Kurdistan binêrin ku di nav gelê Kurd de kes nemaye ku carek malwêran bûye, ji destê dijminên xwe. Li her derê Kurdeke lê şahadêtek çebûyê û her Kurd êş û kula ji dijminan kişandîye. Dîroka Kurdan jî bi îşkence, bi talan, bi kuştin û sotinê hatîye nivîsandin. Em komkujîyan tenê bi Komara Mehabad nebînin. Komkujî piştî Mehabadê jî heta roja me ya îro berdewam in. Li başûrê Kurdistanê dewleta Beas dijî gelê me komkujî pek anî. Sedhezaran mirovên me qeti lkirin. Li Tirkiyeyê jî disa wisa û sedhezaran mirovên me qetilkirin. Niha jî ev komkujî bi rengeke din berdevam in”
Demîrtaş aşkere kir ku her tim Kurd ji hev du pirsa “Çima em bindest in?”dipirsin û wiha berdewam kir; “Em dizanin ku bersiva wê pirsê bêtifaqîye. Eger ku em baş bizanin sedema bindestbûna me betifaqî ye, ev çax em çima yekîtîya xwe xurt nakin. Gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê eş û kula hevi du dikşînin. Bakûr bo Başûr, Başûr bo Bakûr dêeşê. Gava serê Kerkûk û Hewlêrê diêşe, yê Amed, Mehabad û Qamişloyê pêre diêşin. Çarenûsa me yeke û divê ji bo yekitiyê bixebitin. Em wek hêzên sîyasî ya welat bo yekîtîya netewî kar dikin û divê em ji bo vê yekê xizmetê bikin. Ji bo wê em her fedakariyek xwe nadin paş. Gelê Kurd di demeke dîrokî re derbas dibe. Em ê biryara xwe bidin ku di wê demê de li ser riya rast a bo azadîya xwe biçin. Gelê me jî heman biryarê daye“
Demîrtaş li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî axivî û got, “Li Rojavayê Kurdistanê ji bo belê me derfetek mezin derketîye holê û em piştgîri bidin gelê mey ê Rojava û rezê jî birayarên wan re digirin. Divê hemû neteweya Kurd bo yekîtîya xwe hewl bide. Roj roja avakirina yekîtîya netewî ya Kurdistanê ye. Pêwîste em hemû bi berpirsyarî tevbigerin û çi rol bikeve ser me ferz e bi cîh bînin. Divê êdî konferansa netewî neyê taloqkirin. Serkeftin bo gelê Kurd dixwazim û hêvîdar im ku ev konferans bibe wesîleya avakirina yekitiya neteweyî. Rêya me hemûyan vekirî be.”

ANF/HEWLÊR 




Çûn serdana Mexmûrê

Heyeta KCD-BDP doh jî bi serdana Wargeha Penaberan a Maxmûrê dest bi hevdîtinên xwe kirin. Heyeta KCD-BDP li Navenda Çand û huner a Mexmûrê derketin pêşberî gel. Hevserokê KCD Ahmet Turk axaftinek kir. Di axaftina xwe de Turk ji bo pêşwazîkirinê gel spas kir. Her wiha Ahmet Turk li ser hewldanên yekîtiya Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman û got: “Di vê pêvajoyê de wê gelê Kurd xwedî biryar û maf be.”
Di heman demê de Ahmet Turk bal kişand ser Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Hikûmeta AKP’ê naxwaze pirsgirek bi diyalogê çareser bibe. Lewma vê tecrîdê berdewam dike. Lê tu hewdanên hikûmeta AKP’ê encam nagirin.”
Piştî axaftina Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, heyet çû Serdana Saziya Malbatên Şehîdan, serdana konê sersaxî yê ku ji bo fermandarê HPG’ê Hemza Şirnex hatibû vedan. Paşê jî çûn konê sersaxiyê yê ji bo biraziyê Şaredarê Wargehê Ahmed Ozer hatibû vedan. Heyet piştî wan serdanan carekedin vegeriyan Hewlêr. 

 MEXMÛR