Serokwezîr Qeterê û serokê lijneya wezîran a kar û barên Sûriyeyê daye ser milê xwe da xuyakirin ku 4 bijarek li pêşiya Sûriyeyê hene. Ev daxuyaniya serokwezîrê Qeterê berî civî,na wezîrên ereb hate dayîn û zêde bi berfirehî li ser navewroka wan bijarekan ranewestiya û negot ew bijarekên li pêşiya Sûriyeyê ji bo derketina ji vê aloziyê çi ne.
Ji aliyekî din ve di demekê ku êrişên artêşa Sûriyê yên li dijî bajarê Hûmisê berdewam dikin, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji bo hevdîtinên ligel Beşar Esed diçe Şamê.
Wezîrê Derve yê Rûsya diyar kir ku armanca serdana xwe ji çapemeniyê re diyar nake, lê Rûsya û Çînê di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de pêşnûme biryara şermezarkirina Sûriyê veto kiribûn.
Piştî ku nêzîkatiya Rûsya ya di Konseya Ewlekariyê de bû cihê nerazîbûnan, Moskova diyar kir ku ji bo rewşa Sûriyê di demekî herî kin de bigihe aramiyê di nava hewldanan de ne.
Li bajarê Hûmisê di encama bombebaran artêşê ya li dijî mûxalifetê, bi sedan mirov hatin kuştin.Nûçegihanê BBC yê li Hûmisê Paul Wood, diyar kir ku di 11 mehên borî de operasyona herî berfirehe ku tê kirin û tirsa welatiyên bajêr heye ku operasyonek bejayî bê dest pê kirin. Rayedarên Sûriyê êrişa li Hûmisê ya li dijî sivîlan red kirin û got, li bajêr bi dehan terorîst ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin.
Wezareta Derve ya Amerîka piştî bûyerên vê dawiyê, diyar kir ku balyozxaneya xwe ya li Şamê girtine û erkdarên wan ên li Sûriyê mane, ji ber pirsgirêkên ewlekariyê ji Sûriyê derketine.
Wezîrê Karên Derve yê Îngilîz William Hague ragihand ku wana ji bo rawêjkirinê bangî balyozê xwe yê Şama paytexta Sûriyeyê kiriye.
Hague destnîşan kir ku ew dixwazin YE danekirinên xwe yên li ser Sûriyeyê bişidîne û diyar kir ku amadeariya wê yekê dikin ku di qada navneteweyî de li hemberî Sûriyeyê danekirinên berfirehtir bêne kirin. Wezîrê Îngilîz, biryara vetokirina pêşnûmeya li ser Sûriyeyê ya di Konseya Ewlekariya NY’yê de ya ji aliyê Rûsya û Çînê ve û got; “Ev biryarek pir şaş e.”
Serkreterê Giştî yê NY`ê Bankî Moon li derbara 3`mîn roja êrişên serbazî ya hikûmeta Esed li ser bajarê Humsê, di daxuyaniyekê de ev êrîş bi tundî şermezar kir û got: ‘’Mîrovahî Topbarana bajarê Humsê, napejirîne û vê êrîşê rewabûna serweriya Esad têk biriye’’.
Sekreterê NY`ê di daxuyaniyê de wisa destnîşan kir: ”Van êrîşan wisa bi tundî şermezar dibin û tu dewlet û desthilatek nîne ku bi vî awayî tevkujiyan bike û xwîna gelê xwe birijîne û hê jî rabe û bibêje ku rewabûna min heye’’.
Bankî Moon diyar kir ku vetoya Çîn û Rûsiyê nikare bibe sedem ku deshtilatiya Sûriyeyê destûra kuştinê bidest xistiye û teqez kir ku divê tavilê ev tundî bê rawestan.
Piştî Amerîka biryar girt ku balyozxaneya xwe bigre, Ingilîstanê jî balyozê xwe yê li Sûriyê paşde zivirand.
ŞAM/NEW YORK