
Di çêbûn, kamilbûn û afirîna gelan de rola lehengan, gernas û qehremanan girîng e. Ev li seranserê cihanê, li hemû welatan kêm an jî zêde wekhev e. Li cem hinan ji wan, ev babet di radeyeke nepixandî de li dar e, li welatinan jî di asteke maqûl de cih dane peyker, sembol an jî monûmentên leheng û pakrewanan.
Gelekî wekî gelê Kurd ku dîroka xwe bi xwînê ji nû ve dinivîsîne ji ber wê zayîna dereng bi pirsgirêkên pirralî jî dijî. Li aliyekî êş, şewat û tofana gel di nav de û ew gelê ku ji nav hinde kirêtî û dijwariya dijminan afirandî, bi paqijî û serbilindî derdikeve heye û li aliyê din jî hewldana qeydkirina wan bûyerên wekî nebenabe heye.
Ji bilî van beşên me li jor hejmartî, yên din jî hene. Jiyan bi tenê ji yek û du rengan pê ve nîne. Di nav zanistî û dabeşkirina rengan de her çiqas rengên bingehîn û sereke jî hebin, pê ve girêdayî rengên di navberê de û yên ji rengên bingehîn zêdebûyî jî hene.
Li cem Kurdan bi pirranî ew rengên di navberê de karaktereke şemitokî dihewînin. Wek nimûne, li cihê ku dijmin û gel li hemberî hev bin, ew rengên navberê car li kêleka dijmin cih digirin, carinan jî xwe ji rengê berxwedanê didin nîşan, lê destê xwe şil û ziwa nakin.
Bi ser de jî berxwedêr çi jî bikin, li gorî wan çewtiyek an jî gelek şaşî tê de hene. Gava agirbest be, ew dibêjin, ha ji we re teslîm bûn, gava şer be, binêr ew li dû xerakirinê ne, gava berxwedana li zindanan be, dibêjin, dixwazin me bi destê dijminan bidin kuştin, berxwedana birçîbûnê, na ew jî bi kêrî dijminan tê.
Baş e, çi ma? Divê em li benda demê bisekinin. Veguherîn berdewam e, ev gel wê dûr an jî nêz, rêya xwe bibîne. Xwişk û birayên me yên di nav wî rengî de veşartî, ew gelên ku di dîrokê de wendabûne, hîç nayînine bîra xwe. Heger gel bi xwe dikarin rêyên rizgariyê bibînin, nexwe ew mûzexaneyên bi laşên gelên ji holê rabûyî dagirtî, çi ne?
Li jêr roniya vê ravekirinê, gava mirov li dîroka gelên dinê û şoreşan jî dinihêre, kêm zêde, heman rewş li ber çavan dikeve.
Di sedsala 19´an de Rûsyaya gewre û qedîm di berbanga şoreşa sosyalîzmê de di nav xirecireke wisa de bû ku ‘dê weledê xwe diavêt’. Li gelek deveran gelek kes û tevger ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatî peyde bûbûn. Helbet li gel kiryarên rast yên şaş jî têvlihev dibûn.
Di wan salan de tevgera bi navê Narodnîk derketibû û nexşerêyeke ji bo şoreşê dabû pêşiya xwe. Narodnîk bi Rûsî di maneya gel de bû. Ango ji wan re tevgera ‘Dostên Gel’ jî digotin. Tevger bi pirranî ji rewşenbîr û xwendekarên zanîngehan pêk hatîbû. Wan jî xwe bi sosyalîstî pênase dikir, lê ji Marksîzmê dûr bûn. Endamên wê li deverên çolterî ango gundan belav bûn û dest bi xebata birêxistinkirina gundiyên (mujîk) Rusî kirin. Bi eşqeke mezin ve xizmeta gundiyan dikirin, ji fêrkirina xwendin û nivîsandinê bigir kar û barên wan ên rojane di her warî de alîkariya wan dikir. Lê li gel wê jî bi ser nediketin, li gelek deveran gundiyan ew digirtin û radestê polîsên Çarî dikirin.
Yên dihatin kuştin jî hebûn.
Tevger di encama danûstandinên berfireh de dibe du beş. Beşê bi navê Vîna Gel şerê çekdarî an jî şideta şoreşgerî hildibijêre û dest bi êrişên sûîqestî dike. Di wî warî de gavinan diavêjin û bi ser jî dikevin. Wek nimûne di yek ji wan êrişan de Çarê Rusî Alexsanderê duyem jî tê kuştin.
Gelek general, polîs û kesên di xizmeta otokrasiyê de jî dibin armanca êrişên wan. Tevgera Narodnîk a ku bi qencî û neqencî mohra xwe li beşek ji dîroka Rûsî dide, gelek lehengên jidil û fedaî digihîne. Ew kes bi dozê bawer in û xwe feda dikin. Lê ji ber egerên dîtir yên bingehîn tevger bi ser nakeve. Piştî bolşevîk derdikevin tevgerên cihê hev digirin û şoreş pêk tê.
Lenîn jî di nav de pêşengên şoreşê gelek rexneyan li Narodnîkan digirin, lê kes ji wan peşkê bi ser lehengiya wan de naavêje.
Lewre ji bo mirovan ji can û jiyanê şîrîntir û girîngtir tiştek nîne. Divêt teqez rêz li hemberî leheng û pakrewanan bê girtin. Handan û teşwîqkirin ne karê rewşenbîran e, lê rêzgirtin û mayîndekirina wan navan karekî pîroz e.