HPG’ê bi daxuyaniyekê Muslum Firtina bi nasnav Rizgar Gever ê 1’ê Mijdarê li Cûdiyê şehîd bûyî bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.
Daxuyanî wiha ye: “Ewladên herî leheng û fedakar ên gelê me di oxira azadiyê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî hêzên artêşa Tirk a faşîst şer dikin û dem tê bi lehengî digihêjin asta şehadetê.
Heval Rizgar hevalekî me yê leheng bû ku bi ciwanî tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji roja ku tevlî têkoşîna azadiyê bû û heta roja dawî, di çarçoveya pêdiviyên têkoşîna me de li gelek qadên şer bi rengekî serketî kar kir. Ji Zagrosan heta Amedê û Botanê li gelek herêman bi erk û wezîfeyê rabû û bi îradeya xwe ya şoreşgerî ji heqî hemû zor û zehmetiyan derket. Bi taybetmendiyên xwe yên durust û fedakar bi erka xwe rabû û wezîfeyên xwe yên şoreşê bi kelecaneke mezin bi cih anîn. Dilê wî bi hezkirin û edaletê dagirtî bû.
Em ê têkoşîna wî bi ser bixînin
Em ê fedakariyên mezin ên hevalê xwe Rizgar ti carî ji bîr nekin, xwedî li bîranîna wî derkevin û têkoşîna wî bi ser bixînin. Bi vî rengî wê her hebe. Bila serê malbata welatparêz a hêja ya hevalê me Rizgar, gelê me yê Geverê û temamê gelê Kurdistanê sax be.”
ANF/ BEHDÎNAN
Ji tirsa drone qedexe kir!
Terzê nû yê gerîla tirs û xof xist nava dewleta Tirk. Piştî çalakiya HPG’ê ya li baregeha eskerî ya navçeya Şemzînan Colemêrgê, Walîtiya Tirk ê Colemêrgê, firandin û bikaranîna balafirên bê mirov (ÎHA) û droneyan qedexe kir. Li gorî vê ‘qedexe’yê, firandina ÎHA û droneyan wê tenê karibe bi destûrê were kirin. Balkêş e ku ev biryara walîtiya Tirk, piştî çalakiya HPG’ê ya li Şemzînanê hate dayin.
ANF/ COLEMÊRG