Nêzîkî 500 zarok di nav çar dîwaran de li benda mirinê man. Bi qêrîn û qijînê. Ji wan nêzîkî 300 kes, nekarîn xilas bibin, li hemberî mirinê têk çûn. Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de bûyereke dilşewat û nepen e. Di 13 Mijdara sala 1960’an de bi şev agir bi sînemeyê ket ku têde nêzî 500 zarok hebûn.

Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayirê fîlmekî bi navê Cerîmet nisif el-Leyl (“Cerîmeya nîvê şevê”) ji aliyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin û li pêşkêşî zarokên Amûdê hat kirin. Sînemaya ku têra 200 zarokan tenê dikir bi 500 zarokan ve hate tijîkirin. Di wextê de agir bi sînemeyê ket, di nav zarokan de tirs û xof peyda bû. Ew qisaweta wê demê tenê revê hewce didît. Lê belê ji ber ku derî girtîbûn zarokan nikarîn birevin û zêdetirî 200 zarokî jiyana xwe ji dest da.


Bersûcê vê şewatê dewlet e

Bûyera beriya 55 salan di nav dilê Kurdan de birîneke kûr çêkir ku heta niha nehatiye dermankirin. Li ser bûyerê gelek îdîa hene ku ev bi qestî hatiye kirin.

Amûdê ya ku ya niha di nav sînorên Rojaveyê Kurdistanê de bi awayekî azad cih digire heta sala 2011’an jî di destê Dewleta Sûriyeyê de bû. Ji ber vê yekê bersûcê vê şewatê dewlet tê nîşandan. Kurdên Rojava di bin zext û zordariyên rejîmên Sûriyeyê de gelek zehmet kişandine û di navbera dewlet û gelê herêmê de dijminahiyek derketiye holê. Sedema şewatê wek ev dijminahî tê nîşandan. Ango rasterast dewlet wek kiryarê bûyera şewatê tê nîşandan.

Li aliyê din jî li gorî hin îdîayan şewat ji ber ceyranê derketiye û tu peywendiya dewletê pê re tune. Lê belê qiflekirina deriyan gumanên mezin derdixîne holê. Zêdebûna gumanan kiryaran digere. Deriyên girtî li pişt vê yekê armancên xirab tîne bîranîn. A niha jî ji aliyê piraniya Kurdên li wê derê bersûc wek dewleta Sûriyeyê û rêveberiya wê demê tê zanîn. 


‘Ew hemû zarokên min in’

Mihemedê Seîd Axa yê Deqorî di vê bûyerê de gelek zarok xilas kirine. Di şeva şewata Sînemaya Amûdê de, ji sînemaya ku dişewite bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawiyê de stûnek di ser de tê xwarê û ew di bin de jiyana xwe ji dest dide.

Gava Mihemedê Deqorî bi hewleke mezin xwe dide xilaskirina zarokan hin kes jê re dibêjin; “Tu li kurê xwe digerî? Kurê te ne li wir e, va ye li wê derê ye” Mihemedê Deqorî dibêje; “Ew hemû zarok ên min in. Ez ne li pey kurê xwe me!”

Mihemedê Seîd Axa yê Deqorî bi wan gotinên xwe di nav dîroka birînan de wek lehengekî navê xwe daye nivîsandin. Her ku behsa wî tê kirin civatê kelogirî dike. Bedela canê xwe gelek zarok ji sînemayê derdixe û dibe lehengê zarokên siberojê.


Vegotina Mele Ehmedê Namî

Mele Ehmedê Namî di pirtûka xwe ya bi navê  “Agirê Sînema Amûdê” de lehengtiya Mihemedê Seîdê Deqorî wiha vedibêje: “Dibêjin hêj destpêka agir bû, lê hin bi hin pêtiyên wî dijwar dibûn. Koma ademîzadan hawara agir, jin û mêr li hev sitûr dibûn. Me dît ji wê koma bêjimar xortekî ciwan û hêja, hunermend û canpola, mêrxas û xîrteşînas, “Mihemedê kurê Seîdê Deqorî”, derket. Peywend û zincîrê jînê qetandin, weke şêrekî xeyidî û teyrekî bazî ku xwe berde ser nêçîrê, êrîş berda kûrangiha agir, kûrangiha mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihişt zarokan û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwa dîsa êrîşî hundir kir û du zarokên din anîn der….” (Agirê Sînema Amûdê ,Weşanên Jîna nû: 12, Uppsala 1987) 


CÛNEYT EWRAREŞ




Qurbaniyên şewatê bi bîr anîn


Bi hezaran kes qurbaniyên Sînemaya Amûdê ya Şewitî di salvegera wê ya 55’an de bibîr anîn.

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê doh li Parka Şehîdan ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Sînemeya Amûdê ya Şewitî ku 13’ê Mijdara 1960’an pêk hat û têde zêdetirî 250 zarokên Kurd jiyana xwe jidest dan, merasîmek lidar xist.

Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Kantona Cizîrê, Tevgera Çand û Huner a Rojava, xwendekarên sînema yên Akademiya Yekta Herekol, Saziya Gaziyên Rojava, sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên kantonê û hezaran welatiyan amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, endamê komîteya amadekar a merasîmê Dildar Feremez anî ziman ku bi sedan zarokên Kurd wê demê fîlmekî Erebî yê derbarê şoreşa Cezayîrê de temaşe dikirin û got: “Di şewata Sînemayê de welatiyê bi navê Mihemed Deqorî bi lehengiyeke mezin jiyana gelek zarokan xelas kiriye.”

Li ser navê TEV-DEM’ê Hevserokê Meclîsa Amûdê Selman Şêxê axivî û got: “Amûdê du caran hatiye şewitandin. Carekê sala 1937’an bû, dema ku gelê bajarê Amûdê zilm û zordariya dagirkeriya Fransayê qebûl nekirin, balafirên Fransayê bajar bombebaran kirin. Cara duyemîn jî Şewata Sînemeya Amûdê bû.”

Di vê merasîmê de wê pêşengeha 18 wênexêzên kantona Cizîrê ku li derbarê bûyerê de wêne resim kirine, were vekirin. 


 ANHA/AMÛDÊ