Bi sedan kes ji malbatên şehîdan beşdarî vê merasîma bîranînê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên pakrawanên azadiyê li ser navê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Masûm Hesen axivî. Hesen got “Di bîranîna 177 cangoriyên azadiyê de hejdemîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şermezarkirin. Ev qonaxeke pir nazik û mezin tê buhrandin.” Hesen soza şopandina rêka şehîdan da.
Ji aliyê xwe ve Fermandara Yekîniyên Parastina Gel Evîndar Qamişlo jî axaftinek kir û wiha li hemberî malbatên şehîdan helwesteke rêzdarî nîşan da “Em bejna xwe li hemberî hemû malbatên şehîdên ku şoreşa Rojava bi xwîna xwe meşandine ditewînin.”
Evîndar Qamişlo bal kişand ku dewletên navnetewî cardeke din xwestin gelê Kurd tune û perçe bikin, ji ber vê çendê li ser asta cîhanê û Rojhilata Navîn di kesayeta Ocalan de komployek dane meşandin.
Di heman çarçoveyê de Endamê Yekîtiya Oldaran a Kantona Cizîrê Seyda Mihemed Xerezî û Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Telal El-Şêx jî doza bi şehîdên azadiyê re dane, careke din dûbar kirin.

Nasnameyên her 177 cangoriyên azadiyê ku hatin bibîranîn, ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Feysel Mûrad ve hatin xwendin.

QAMIŞLO