
´DAIŞ dijimê mirovahiyê ye ´
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku DAIŞ a li hemberî gerîlayan windahiyeke mezin da, pişta xwe daye têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re û hêzeke mezin li derdora Kobanê civandiye, dest bi êrîşa dagirkirina Kobanê kiriye. Hevserokatiyê got, "Li bendê bûn ku Kobanê ya hat dorpêçkirin di nava çend rojan de têk biçe, lê Kobanê ev 35 roj in bi yek ji lehengiyên herî mezin ên dîrokê, li ber xwe dide. Li gel vê berxwedana Kobanê, bi Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Ereb û Ermeniyan re hemû gelên Tirkiyeyê destekeke mezin amoralê dane û ev têkoşîn xurtir kirine. Tevî desteka moralê, bi desteka lehengên mîna Paramaz Kizilbaş nê di vê berxwedanê de canê xwe feda kirine re, hêzeke mezin li Berxwedana Kobanê hatiye zêdekirin."
KCK di daxuyaniya xwe de bibîrxist ku desteka gelê Tirkiyeyê ya di vê berxwedanê de, di asta teqdîrê de ye û got: "Jin, ciwan, bindest, sosyalîst, demokrat û hemû beşên civakî yên baweriyan ên Tirkiyeyê, piştevaniya Kobanê kirine, hêz li vê berxwedanê zêde kirine. Elewî bûye yek ji beşên civakî yên herî zêde hêza moralê daye vê hêza berxwedanê. Elewî, hêjayî dîroka xwe ya alîgiriya bindestan, li cem Berxwedana Kobanê cih girtine. Li dora berxwedana Kobanê yekbûna hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên li Tirkiyeyê, nîşandana helwestek alîgiriya Şoreşa Rojava û têkoşîna wan a di vî warî de, ji aliyê dîroka azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ve jî, pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Berxwedana Kobanê hemû dînamîkên dikarin Tirkiyeyê demokratîk bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin derxistiye holê û aniye cem hev. AKP dema herî zehmet a desthilatdariya xwe ya 12 salan jiyaye. Bendên ku hêzên kûr û taybet bi dehan salan e hewl didin di navbera gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd de çêbikin, hatine hilweşandin. Bi vî rengî, di kişandina bala tevahiya cîhanê ya ji bo Berxwedana Kobanê de, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî bûne xwedî roleke girîng."
'Cîhanê rastî dît´
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li hember DAIŞ’a bûye bela serê gelên Rojhilata Navîn bi berdêlên mezin ku berxwedan tê pêşxistin di nav raya giştî ya cîhanê de deng vedaye û wiha hat gotin, “Eleqe û desteka gelên cîhanê ji bo berxwedana Kobanê li hundir û derve hestyarî û destekeke mezin derxistiye holê. Berxwedana Kobanê ya bi van piştgiriyan tê bihêzkirin roj bi roj wê DAIŞ’a faşîst bi vê berxwedana xwe bifetisîne û têk bibe. Em di serî de tevayî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî, jin, kedkar û Elewiyan tevayî komên baweriyan ên hêz û piştgiriyeke mezin didin berxwedana Kobanê silav û spas dikin. Dîsa em li ser navê gelê xwe her gel û hêza siyasî ya piştgiriya siyasî û çekan didin YPG û gelê Kobanê yê li hember faşîzma DAIŞ di nav berxwedanê de spas dikin.”
ANF/BEHDÎNAN