Li bajarê Mocoa yê li başûrrojavayê Kolombiyayê lehî rabû û 254 kes mirin. Di lehiyê de gelek kes jî birîndar bûn. Hê xebatên xilaskirina mirovan dewam dikin. Bi sedan kes winda ne û hîna kesî xwe negihadiye wan.
Rayedar dibêjin, li paytexta eyaleta Pûtomaya Mocoayê bi kêmanî 400 kes birîndar bûne, 200 kes jî winda ne. Dildarên Xaça Sor a Kolombiyayê jî dibêjin hejmara miriyan ji 254 kesan zêdetir e. Serokkomarê Kolombiyayê Juan Manuel Santos li herêmê rewşa awarte ragihand û ji bo xebatên xilaskirinê bibîne çû Mocoayê.
Hêzên Hewayî yên Kolombiyayê malzemeyên alîkariyê, av û xwarinê dibin herêmê.
Şaredarê Mocoayê, Jose Antonîo Castro got, bajar tecrîd bûye, elektrîk û ava vexwarinê lê nîne.
BOGOTA