Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber şiliya zêde ziyan hema hema li hemû parêzgehan bû. Li Îlamê ji ber lehiyê heta niha li gorî agahiyan 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Rojhilatê Kurdistanê, li aliyekî berf dibare, li aliyê din jî baran. Ji ber şiliya zêde, li hinek cihan lehî rabû û gelek gund di bin avê de man. Ji bilî ziyana madî ya ji ber lehiyê, 5 kes jî mirin di vê felaketê de. Lehî beriya niha jî li gelek eyaletên Îranê bi tesîr bûbû û tenê li Şîrazê 19 kes miribûn. Li Başûrê Kurdistanê û Rojava jî ji ber şiliya zêde avê dabû ser gelek deveran, hiweşîna piran û girtina rêyan.
Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêr lehî rabû. Ev çend roj bûn baran dibariya, lê pêr êvarî bareneke bihêz li seranserê Rojhilatê Kurdistanê bariya û heta nûçeya me dihat amadekirin niha jî şilî bû. Ji ber dewamkirina baranê û lehiyê gelek ziyan li mal û milkê xelkê bû. Her wiha heta niha bi qasî ku hat zanîn 5 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye. Zirar û ziyana lehiyê rê li ber vegirî li gorî ostanan (wilayetan) weke li jêr e:
Urmiye
Li parêzgeha Urmiyê li çend cihan berf barî û li pirraniya bajaran hîna jî baran dibare. Ji ber pirrbûna ava gewimandî, çend bendavan ava xwe berda gola Urmiyê.
Sine
Li parêzgeha Sine jî bi heman awayî berf û baran dibare. Li hinek cihan lehî rabû. Bendavên Qişlqa, Gawşan, Gulbax, Wehdat û Siyazax tijî av bûne. Heger baran wiha dewam bike, îhtîmala berdana avê heye ku wê bibe sedema lehiyê.
Kirmaşan
Li parêzgeha Kirmaşanê jî gelek ziyan çêbûye. Li bajarên rojhilatê parêzgeha Kirmaşanê berf dibare. Li bajarên din jî baran dibare û 30 gund li bajarê Riwanserê ji ber lehiyê asê bûne. Herwiha 7 gund hatine valakirin. Herwiha gelek rê rûxiyane.
Rûbarê Gammasyaw yê li Rojhilatê Kirmaşanê bilind bûye û deşta Çemçemalê tije av bûye. Pirraniya taxên Kirmaşanê yên li keviya çemên Qaresû, Aşûran û Çem Beşîr tije av bûne û avê daye ser malan. Keviya çemê Mêrk yê li deşta Meydeşt tije av bûye. Avê daye ser çend taxên bajarê Şabad ên li keviya Ermenî û Rawenê jî; di rojên bihurî de fermana valakirina van hatibû dayîn.
Rûbarê Elwan pirraniya gundên li keviya bajarên Serpêl Zehaw û Qesrî Şîrîn bin av kirine. Rêya di navbera Îlam û Kirmaşanê de jî li herêma Hemeîl ji ber hezazê hatiye girtin.
Îlam
Li parêzgeha Îlamê çemê Mahute Awdana bilind bûye. Ziyan gihandiye gelek gund û deverên li derdora xwe. Li bajarê Sîrwanê, ji ber lehiyê û bilindbûna çemê Keşkan gelek ziyan li xelkê bûye. Li bajarê Bedir ji ber lehiyê rê li çûnûhatinê hatin girtin. Li bajarê Eywan bilindbûna çemê Gengîr gelek ziyan gihand deştên derdorê. Bilindbûna ava rûbarê Seymer jî ziyan gihand gundên li keviya wê.
Hemedan
Li parêzgeha Hemedan zêdetir berf bariye û niha bilindahiyên Mile Esedabad ku dikeve navbera bajarên Esadebad û Hemedanê, berfê girtiye. Hatinûçûn nîne. Di nava bajarê Hemedanê de kolan tije av bûne. Barana berf û baranê hîna jî didome.
Loristan
Li parêzgeha Loristanê gelek ziyan çêbûye û heta niha 5 kes mirine. Niha ji ber bilindbûna ava Rûban çend gund di nava ava lehiyê de asê mane. Gelek gund hatine valakirin. Bi taybetî li bajarê Meemulan û gundên derdora wî. Navenda Parêzgeha Loristanê ango bajarê Xurmawa tije av e û karbidestên bajêr digerin, daxwaz dikin ku xelk malên xwe vala bike.
NAVENDA NÛÇEYAN