Casim da xuyakirin ku di diyaloga di navbera wan û Esad de bi zelalî û aşkare behsa her tiştê kul i Sûriyeyê diqewime hatiye kirin. Ji aliyekî din ve Sekreterê giştî yê Yekitiyê Nebîl EL Erebî da xuyakirin ku hêviyên wan hene ku ev hewldan bi encamên baş bidawî bibe û li Sûriyeyê dest bi guhertin û reformên siyasî yên rastî bê kirin. Ji aliyekî din ve Wezîrê karê derve yê Îranê Alî Ekber Salihî daxwaz kir ku firsendek ji bo rejîma Sûriyeyê bê dayîn da ku reforman pêk bîne û hin komên ku ji alî welatên derve ve tên organîzekirin bi pêkanîn karên xirab tewambar kir.
Di rojekê de 28 kuştî
Roja çarşemê dîsa bi xwîn derbas bû li bajarên Humus û navçeyên Şamê 28 kes hatin kuştin di nava wan de zarok û leşker jî hene. Di vê rojê de hem xwepêşandanên piştgiriya bi Esad re hebû hem jî xwepêşandanên li dijî Esad û gereva giştî li hin bajarên Sûriyeyê hebû. Li gorî çavkaniyên serhildêran leşkerên Sûriyeyê bi destê leşkerên veqetyayî hatine kuştin lê li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê jî ew leşkerên wê bi dest komên çekdar hatine kuştin.
Her wiha li gorî çavkaniyên ku bi telefonê tevli hin qanalên televizyonê bûn dan xuyakirin ku hêzên ewlekariya Sûriyeyê nehiştine ku ambulans jî derbasî hin taxan bibin û xwe bighînin birîndaran.
ŞAM