Serokê Baroya Êlihê Prz. Yusuf Tanriseven, têkildarî raporê de agahî dan û diyar kir ku heye niha tu xebatên wisa nehatin kirin û wan bi parêzeran re xebatekî wisa dan destpêkirin. Tanriseven, anî ziman ku gelek parêzerên di nav xebatê de cih digirin xizmên wan di bûyerên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan e. Tanriseven, da zanîn ku wan sûd ji arşîvên ÎHD'ê girtin û rapora ji belge û girtekên din pêktê kirin pirtûk. Tanriseven, bilêv kir ku şîdet herî zêde di salên 1993 û 1994'an de zêde bû û gelek malbatan jî serlêdan nekirine û wiha axivî: "Mirovan nedikarî derkevin kolanan. Dema saet dibû 5, tu kes li derve nedima. Ji ber ku ewlehiya tu kesî tunebû. Tenê daxwezeke me heye ew jî peydakirina kiryaran e. Di be ku em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan tiştek nekir lê ji bo kiryar bên dîtin em dê hinek tiştan bikin."
Tanriseven, xwest ku kesên xizmên xwe di bûyerên kiryar nediyar de windakirin serlî li ÎHD'ê bidin û wiha axivî: "Em dixwazin êdî mirin bi dawî bibin."
GÜLSEN ASLAN - DÎHA/ÊLIH