Dr. David Leupold li Berlînê doktoraya xwe li ser mijara cografyayên aliyên cihê doza xwedîtiyê li wan dikin, nivîsiye. Mijara wî Kurdan elaqedar dike ji ber ku ew li ser bîra mirovan xebitiye û pê li wê cografyayê nihêriye ku ji bo hin kesan Rojhilatê Ermenistanê ye û ji bo yên Bakurê Kurdistanê ye. Ew berê xwe dide wê serdema dawî ya Împeretoriya Osmaniyan, qet nebe ew bîranînên bi wan dadikeve yên wê serdemê ne.

Sosyolojiya siyasî û antropolojiyê ji bo nirxandina gotarên ji bîranîna li ser vê cigrafyaya aliyên cihê xwe xwediyê wê dibînin, hatine bikaranîn. Bi giranî ew li ser herêma li hawîrdora gola Wanê radiweste û berê awira xwe jî dide ser siyasetên bîrê û sînorîn civakî. Ew hem li serdemên şideta kolektîf ên qirrkirina Ermeniyan a sala 1915´an û pirsgirêka Kurd a roja me ya îro dinihêre. Axirî ew dîrokvegotinên reqîbên hev ji hev dixe, wan li gorî bûyerêan dike rêz û tevî dij-vegotinên wan ên fermî, wan ji nû ve ava dike.

BERLÎN