Her çiqasî em Êzîdiyan weke civaka ku Kurdiya herî dewlemend û zelal bi kar tîne dihesibînin jî, esas em tenê vê civakê folklorîze dikin. Ne tenê folklorîzekirin, lê her wiha nihêrîneke bakur-navendî jî di hişmendiya xwe de ava dikin.

Dawid YEŞÎLMEN

Li Bakurê Kurdistanê, di van çend salen dawîn de bi dehan pirtûkên ji serdema Sovyetê dubare heta carinan sêbare çap bûn. Her weşanxaneyê, bêyî ku li astê binihêre, bibêje ka li ser çi hatine nivîsîn, yan çi cure ne, weke birçiyên wêjeyê, ber bi van berheman ve diçin. Her wiha çend lêkolîneran tezên masterê û beşên tezên doktorayê li ser wan nivîsîn di nava sê çar salên dawiyê de û du kovaran hejmarên taybet ji bo vê serdemê amade kirin. Kovara Nûbiharê û paşî jî ya Wêje û Rexneyê. Berî van jî kovara W çend hejmarên xwe li ser navên taybet ên vê serdemê amade kiribûn. Divê em berê xwe bidine sedemên vê yekê, belkî ya pêşîn, lêgerîna ronesans û humanîzma sekuler a Kurdî ye. Wekî din, nîşandana dewlemendiya wêjeya Kurdî û berdewamiya dîroka wêjeyê ye. Her wiha berhevkirina çavkaniyên zimanê Kurdî û koleksiyonên wêjeya devkî çend mijarên din yên vê veçapkirinê ne. Her çiqasî, piştî lêkolînên salekê yên li ser vê rêûresma wêjeya Kurdî û pêşkêşkirina du gotaran, edîtoriya kovara Wêje û Rexne ku hejmara 9´an li ser vî nifşî bû û gera min a bi qasî du hefteyan a li Rewanê, ne hedê min be jî di çarçoveya lêkolîn û gera xwe de, min xwest çend çavdêriyên xwe li vir parve bikim.

Folklorîzekirina civaka Êzîdî Bakursentrîzm

Ji lêkolînên ku heya niha hatine kirin, kêmasiya pêşîn ku ez dibînim, ji hêla wêjeyê ve, em vê rêûresmê gelekî sivik û zelal dibînin ku herkes divê heman tiştî jê fêm bike. Lê rastî ne wiha ye. Ji hêla nasnameya civakî ve xwedî gelek hêlên cihê ne, ji Kurdên Bakur. Qutbûneke nêzî sedsalî li rexekî, dive em ji bîr nekin ku ji xeynî Erebê Şemo û yek du kesên din, ji nifşê pêşîn bigirin heta yên dawiyê, di nav şêwra Êzdayetiyê de û di bin banê rejîma Sovyetê de li Ermenistanê mezin bûne! Heta nifşên pêşî li sêwîxaneyan mezinbûne ku ev yek wan yekcar ji civak û kevneşopiyên Kurdî dûr diêxê.

Her çiqasî em Êzîdiyan weke Kurd dihesibînin û civaka ku Kurdiya herî dewlemend û zelal jî bi kar tîne dihesibînin jî, di rastiya xwe de em tenê vê civakê folklorîze dikin. Ne tenê folklorîzekirin, lê her wiha nihêrîneke bakur-navendî jî di hişmendiya xwe de ava dikin. Dan û standinên civaka Kurdên Misilman û Êzîdî, hîn jî di çarçoveyeke rasteqîn de pêk nehatine ku em berhemên wan jî xweş fêm bikin. Em şêwra hikûmeta Sovyetê jî, tenê ji ser çepgiriya Tirkan re dixwînin. Ji ber ku ji yek du wergerên xirab yên ji Tirkî pê ve li ser vê îdeolojiyê tiştek di Kurdî de nîne. Her wiha em Ermeniyan ji bibîranîna bav û kalên xwe dizanin. Lê ew zanîna me bi giştî li ser wê yekê ye bê çawa hatine qetilkirin. Lê weke dewlet, em Ermenistanê nas nakin. Her wiha, dive baş bê zanîn ku di nava Sovyetistanê de, welatê ku piştgiriya zimanê Kurdî kirî, tenê Ermenistan bû. Dezgeh, dibistan, rojname û hwd hemû li Rewanê bûn. Kurd di nav sîstema wê dewletê de bûn û di bin bandora hişmendiya wan de karê xwe dimeşandin. Bandora dewletê û neteweperweriya Ermeniyan li ser Kurdan dibû. Ji ber vê yekê xebateke bêyî xwendineke dîroka Ermenistanê wê her kêm bimîne.

Tu wê ruhê wan bikujî

Gava em berhemên wan dixwînin, em wan hertim weke Kurd ku rejîmê îdeolojîya sosyalîzmê li ser wan ferz kiriye, dibînin. Yan jî em dixwazin wan wisa bibînin. Weke nihêrîneke dîakronîk, wan weke nifşekî li ser riya xelet ku di salên heftêyî de hêdî hêdî riya rast dîtine, em wan dibînin. Lê ev nihêrîneke pirr kêm e, heta radeyekê xelet e jî. Di berhemên wan de hertim nasnameya Êzîdîtiyê û bandora Ermenistanê yan jî Ermeniyan heye. Heger em xwendineke kûr li ser berheman bikin, em ê bibînin ku welatê bav û kala, Kurdistana Bakur, di pirraniya berheman de birîn e ji wan re û bi nihêrîneke nostaljîk lê dinihêrin. Ji ber ku ji Ermenistanê ne û heta ji destê dewletê hat piştgirî da wan û hurmetkar bû ji wan re. Gava tu wan ji Rewanê derxê, tu wê ruhê wan bikujî.

Ji xeynî vê xwendina nasnameyî, pirsgirêkeke lojîstîkî ya van lêkolînan jî heye. Bi taybetî ji bo lêkolînerên Bakurî vê dibêjim. Bila baş zanibin ku pirtûkên di destê wan de herî zêde ji sedî 20´ê yên wê dewrê ne. Bi taybetî hema bibêje yên rexneyî, lêkolînî yan zanistî yek jî di destê me de nîne. Gelek lêkolîn ji Rûsî an Ermenîkî hatine wergerandin lê haya me qet ji wan nîne.

Zimanên Ermenîkî û Rûsî dikarin pêwîst bin

Her wiha gelek nivîskarên wê dewrê xebatên xwe ye zanistî yan bi Ermenîkî yan jî bi Rusî nivîsandine. Ji bo vê kêmasiyê, belkî gava yekem ya lêkolîneran ew be ku elfabeya Kirîlî bê hînkirin. Ne karekî giran e. Du sê roj bes in. Di pey re jî gerîneke ji du sê hefteyan pêkhatî, hem li Rewanê hem jî li gundên Kurdan, wê alîkariya fêmkirina wan berheman bike. Heger lêkolîner li pey xebatên berfirehtir yên weke doktora yan hîn bilindtir bin, bila salek yan du salên xwe ji hînkirina Ermenîkî yan Rusî re terxan bikin. Bêyî van, xebatên ku bêne kirin, wê her tim xwedî pirsgirêka objektîvbûnê bin. Her wiha lêkolînerên ku tiştin li ser wêjeya Kurdî ya Rewanê nivîsîbin, her tim dane dûv sinifandina Tosinê Reşîd û kirine sê dewr. Pênc dewr jî dibin, şeş jî. Weke Emerikê Serdar dibêje, du dewr jî dibin. Ji çapkirina Rya Teze heya parçebûna Sovyetê, an ji çapkirina Şemsê heya roja me jî her dibine dewr. Ne hêsanî ye ku mirov bi awayekî zelal wêjeyê di navbera dewran de bisinifîne. Hem ji ber bandora metnan hem jî ji ber berdewamîya nivîsandina di navbera wan dewran de sinifandin ne rêbazeke pêşniyazkirî ye. A muhim ew e ku li gorî dem, cî û metnan nexşeyeke zelal ya wê serdemê derkeve holê. Ji ber ku behsa derdora 800 berhemî û zêdetirî 100 nivîskarî tê kirin ku îro arşîvên wan û ew bi xwe jî berbelavî dinyayê bûne.

Belavbûn û dizîna arşîvan weke pirsgirêk

Pirsgirêkeke din a lojîstîkî jî weke min li jor behsa wê kir, berbelavbûna nivîskaran û arşîvan ya li seranserê dinyayê ye. Ji ber vê yekê, hatina Rewanê jî pirsgirêkan bi giştî çareser nake bi ya min. Helbet ji bo xebatên biyografîk malbatên ku behsa nivîskarên ji malbata wan derketî bikin, wê hebin, lê mixabin carinan agahiyên wan ji bibîranînên jiyana rojane nabihurin. Her wiha gazinên berbelavbûna berheman jî wê pirsgirêkeke din be. Malbat carinan gazina dizîn yan jî windakirina berhemên di arşîva xwe de dikin. Divê em zanibin ku li ser rûyê erdê arşîveke dewlemend, parastî û katalogkirî ya Kurdan nîne. Bi taybetî piştî hilweşîna Sovyetê, arşîvên Kurdan yên Sovyetê belav bûn. Em van agahiyan ji şûnwarên wê rêûresmê her dibihîzin. Bêqîmetbûna pirtûkan, dizîna wan yan jî firotina arşîvan her pirsgirêkên sereke ne. Lê her wiha pirsgirêkeke din jî dezgeheke Kurdan ku van arşîv û pirtûkxaneyan li hev bicivîne, biparêze û ji lêkolîneran re veke jî nîne. Weke mînak, ev du sal in li pey şopa rojnameya Rya Teze me ku hejmarên wê tevan bibînim, lê hîna negihiştime wê armanca xwe. Ji ber ku nehatiye parastin.

Her wiha em nizanin bê gelo dewletê ev arşîv parastine yan na. Ez heta niha li ti lêkolînerî rast nehatime ku li arşîvên dewleta Ermenistanê geriyabe. Her çiqasî min xwest xwe biceribînim jî mixabin bi ser neketim. Ji ber van çend pirsgirêkên li jêr, lêgerîna min kêm ma û min ji bo demekê da sekinandin. Yek ji sedeman, burokrasiya giran ya dewletê bû. Di dawiya hefteyê de, di rojên pîroz û cejnan de û di betlaneyên havîn û zivistanê de dibistan, zanîngeh, pirtûkxane û arşîv tev girtî ne. Jixwe xebatkar bi Kurdî nizanin. Pirr kêm bi Îngilîzî dizanin. Ermenîkî û Rûsî zimanên axaftinê ne. Her wiha ji ber rewşa xirab a aborî û meaşên kêm, dibe ku xebatkar bi kêfxweşî bi te re elaqeder nebin. Her wiha ez gihiştime wê hizrê ku ji karê xwe ango naveroka arşîvan jî baş ne agahdar in. Peydekirina wergêrekî wê karê lêkolîneran hêsantir bike. Peydekirina wergêrekî ji bo Îngilîzî an Tirkî ji ya yekî Kurdî hêsantir e.

Heger tu hinekî bi Îngilîzî bizanibe an wergêrek bi te re hebe, di dawiya hefteyan de dikarî li bazara li Meydana Komarê, ji pirtûkfiroşan pirsa pirtûkên Kurdî bikî. Heger di destê wan de hebin, zêrê zer e jixwe. Heger nebin jî wê soza ku hefteyeke din bînin, bidine te. Pirraniya wan peyde nakin. Lê kî dizane, belkî kêm be jî peyde bikin. Her berhemek wê kevirekî deyne ser dîwarê lêkolînên di vî warî de.

Li jêr çend xebatên ku ji aliyê nivîskarên Kurd yên Rewanê ve hatine amade kirin ku rasterast dengê wan digihînine xwendevanan, wê ji bo destpêkê rê li ber lêkolîneran vekin:

  • Boyik, Eskerê. Çanda Kurdên Sovyetê, Deng, 2012, Stenbol.
  • Boyik, Eskerê. Bi Kurtayî Dîroka Êzîdîyên Ermenistanê, J&J, 2017, Amed.
  • Eşo, Wezîrê. Pirtûkên Kurdî, Ararat News/Med Diplomatic Publishing, 2016, Bruksel.
  • Yüksel, Metin. Kurdolojî û Malbata Celîlan, Avesta, 2014, Stenbol.
  • Xelîl, Têmurê. Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd ên Sovyeta Berê, Na, 2014, İzmir.
  • Serdar, Emerikê. Mikurî, Lîs, 2018, Amed.