Lêlikan qebristana dagirkeran e
Li herêma Lêlikan a Başûrê Kurdistanê, li Colemêrg û Dersimê di çalakiyên gerîlayên HPG’ê de herî kêm 21 eskerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Lêlikan, Colemêrg û Dersimê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan:
Gerîlayan Lêlikan kiraxirdewrana 15´an
HPG´ê got, gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de 7’ê Gulanê saet 16:10’an li girê Lêlikan ê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyeke berfireh derb li artêşa Tirk a dagirker xistine. Gerîlayan di çalakiyê de 4 kozikên ekerên Tirk ên dagirker rûxandin û herî kêm 15 eskerên Tirk kuştin.
Li Geverê 3 esker hatin kuştin
HPG´ê ji bo çalakiyên li bakurê Kurdistanê jî daxuyaniya xwe wiha dewam kir: “Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê (7´ê Gulanê) saet 17:40’î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li nêzî girê Sîvrî yê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek kir. Derbên giran li yekîneya dijmin xistin û 3 esker kuştin.
Li Dêrsimê 3 esker
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 7’ê Gulanê saet 11:45’an li nêzî qereqola Amûtka ya li navçeya Xozad a ser bi Dersimê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC çalakiyek kir. Bi derbên xurt ên li çeperên dijmin hatin xistin, 3 esker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên xwe û eskerên birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakirin.”
ANF/BEHDÎNAN