Di Lênûska Leylayê de bêyî derfetên zimanê rojane bên tengkirin û jidandin, ziman û awayê vegotinê li gorî asta civakî, ruhî û derûnî ya lehengan hatiye hilbijartin û nivîskar bi sexbêrî ziman bi kar aniye.
RÊDÛR DÎJLE / MA / AMED
Nivîskarê girtî Menaf Osman, bi romana xwe ya dawî ”Lênûska Leyla” berê pênûsa xwe ber bi jiyan û têkoşîna Sema Yuceyê ve hêl dike. Bi vê romana xwe Osman careke din bi hikmê pênûsê, şahidiyê li serdema xwe dike û ji hundir ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike.
Romana dawî ya nivîskarê girtî Menaf Osman ”Lênûska Leyla” di Tîrmeha 2018’an de bi edîtoriya Ûlaş Guldîken ji Weşanên Aramê derçû. Tevî Lênûska Leylayê 5 jê roman, 2 jê jî çîrok heta niha 7 berhemên Menaf Osman der çûne. Ew di sala 1965’an de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê û ji ber liv û tevgerên xwe yên siyasî di sala 1993’yan de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Osman di Lênûska Leyla’yê de berê pênûsa xwe dide rojên xwendekarî, têkoşîn û girtîgehê yên Sema Yuceyê ku di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê agir berda bedena xwe. Lênûska Leyla tevî beşa ”Li Şûna Pêşgotinê” ji 27 beşan û 220 rûpelî pêk tê. Her beşeke romanê bi helbestekê dest pê dike.
Nivîskar di Lênûska Leylayê de, bêyî derfetên zimanê rojane teng bike û bijidîne bi teknîkên vegotinê yên wekî teswîr (mekan, zeman û bûyer), veger, monologa hundurîn, diyalog û pûxteyî livdarî û kûrahiyekê li wateyê bar dike. Di romanê de rojnivîsk û biyografî daxilî sêwirandinê hatine kirin û tevna bûyerê bi pergala ji serî ve tê hûnandin.
Ji Arartê ber bi Araratê ve
Leyla ji zarokatiya xwe ve tim bi ser awayê jiyana texrîbkirî ya civata xwe û qeyd û pîvanên ferzkirî de diçe û ji ber vê dikeve nav lêgeranê. Wexta li Enqereyê xwendekara zanîngehê ye têkoşînê dinase û piştî wextekê tevî hevalê xwe Xemgîn berê xwe dide çiyê. Ewilî qederekê li Mêrdînê dimîne. Paşê diçe Lubnanê û vedigere. Rêwîtiya wê ya ji ber serê kêlika pêşengê Serhildana Agiriyê, Biroyê Heskî Têllî dest pê dike, berê wê dide herçar parçeyên Kurdistanê. Axirê ev rêwîtî wê ji Tendurekê ber bi Sîpanê, ji Deşta Bavê Lalo ber bi Çemê Mûradê û ji wir jî ber bi Araratê ve dibe ku diyarê xeyalên wê yên zarokatiyê ye. Di vê rêwîtiya xwe de dikeve nav xewn û xeyalên welatê xwe yê li ber gorên serhildêrên 1931’ê veşartî. Di dema rêwîtiya xwe de Leyla li Tendurekê di şerekî de birîndar dibe û dîl tê girtin. Bi rojan êşkence lê tê kirin û paşê tê hepskirin. Li girtîgehê, roja Newrozê bi bedena xwe, agirê bedena Zekiye ya li Birca Ben û Sen a Amedê yad kiribû, geş dike.
Bûyer û tevna wê
Di Lênûska Leylayê de tevna bûyerê bi rêk û pêk e; destpêk, qewimîn û encam. Bêyî nepenî û tevlîheviyekê di xwe de bihewînin, bûyer ji serî ve tên hûnandin. Bûyer ji zarokatiya serlehenga romanê Leylayê dest pê dike û bi dorê li gorî salên wê yên berxwedan û girtîgehê şikil digirin û di çarçoveya sedem-encamê de bi kes, zeman û mekan tên sêwirandin.
Di Lênûska Leylayê de mekanekî sabît tine ye. Bûyer li gelek deveran diqewimin. Nivîskar di romanê de bi mekanên derve û hundir hêla derûnî û fizîkî ya lehengan dide der û di ser lehenga sereke ya romanê re rewşa civakê ya sosyo-çandî jî dide der. Di romanê de gelek mekanên derve hene, lê belê ji ber livdarî, lez û beziya sahneyan bi awayekî berbiçav nehatine xêzkirin û teswîr hatiye piştguhkirin.
Tevî mekanên derve di romanê de gelek mekanên hundur jî hene. Li gorî yên derve, mekanên hundur bêtir berbiçav in û ev mekan tesîrê li seyra liv û tevgera lehengan dikin. Mesela, li Şama Şerîf li Mizgefta Emewiyan serdana Leyla û Bêrîvanê ya tirba Selahddînê Eyyûbî.
Zeman zelal e
Di Lênûska Leylayê de serlehenga romanê Leyla ne lehengeke xeyalî ye, ji jiyana rasteqîn e, Sema Yuce ye. Ji ber vê mirov dikare bibêje, di romanê de têgîna zeman diyar e. Ji bilî beşa ewil a romanê ku di wesfa teknîka vegerê de hatiye bikaranîn, her 25 beşên din 9 salên jiyana Leylayê yên di salên 90’î de dihewînin.
Di Lênûska Leylayê de bêyî derfetên zimanê rojane bên tengkirin û jidandin, ziman û awayê vegotinê li gorî asta civakî, ruhî û derûnî ya lehengan hatiye hilbijartin û nivîskar bi sexbêrî ziman bi kar aniye. Di romanê de tevî zimanê berxwedan û şoreşê, di gelek beşan de xwîner leqayî zimanê rojane, gotinên pêşiyan û biwêjan jî tên:
“Tu li gorî siyaseta dewleta kedxwar, serên zarokên me tijî dikî û ruhê wan gemarî dikî. Ji biçûkaniya wan ve tu wan dihelînî û dihêlî ku ji kujerên bav û kalên xwe hez bikin û ji wan re bibêjin ‘spas.’”
“Çi ye Rizik, qey te dinya neditiye kuro! Şûna ku tu silavê bidî, tu dikewtînî malneket, qey hîna dev ji wan tebê xwe bernedaye kurê Fatê!”
“Xwedê mirovî bike heriya nav lingan, neke benîştê nav diranan…”
Berxwedanê li wêjeyê bar dike
Nivîskarê Efrîkî Ngugi wa Thiongo ji bo wêjeya berxwedêr dibêje; ”Li Efrîkayê nivîskar û siyasetvan gelek caran heman kes e. Nivîskar pirê caran beşdarî tevgera siyasî dibin. Li gorî wan çek, pênûs û kursî ji bo heman tiştî ye, ji bo azadkirina welatê wan e.” ‘Ji ber ku di civaka Kurdî de jî rengê siyasetê li ser berxwedanê ava bûye, wêjeya Kurdî ya modern jî ji gelek hêlan ve bi vî rengî ye.’ Di vê çarçoveyê de ji şahidên berxwedana Kurdî nivîskar Menaf Osman ku ji 53 salên temenê xwe 25 sal di girtîgehê de derbas kirine, bi romana xwe ”Lênûska Leyla”yê careke din di bin nîrê çewisandin û sansurê de bi zimanê berxwedanê û hikmê pênûsê şahidiyê li serdema xwe dike. Ji hundir ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike.