Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP, eger alîgirên dozê di nava mehekê de îtiriyaz nekin, wê dozger berî destpêkirina dozê biryara xwe ya dawî bide.
Ji parêzerên bersûc Omer Guney Xavîer Nogûeres ji AFP'ê re axivî û got, "Gengaz e ku lêpirsînê, ji ber kêmasiya hevkariya navneteweyî û rayedarên Tirk, yên ferman dane, nehatine dîtîn." Parêzer Nogûeres got ku dibe bi belgeyên kêm, wê Omer Guney bîlaseve derxin pêşberî mahkemê.
Der barê lêpirsînê de beriya du salan bûyereke girîng qewimî bû. Di Nîsana borî de nepenîtiya li ser agahiyên di destê servîsa îstîxbaratê ya hikûmeta Fransayê, ji hin aliyan ve hatibû rakirin. Lê belê, ji ber ku bi tenê agahiyên ji aliyê raya giştî ve dihat zanîn biryara nepenîtiyê hat rakirin, vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Hemû belgeyên nedihat xwestin bên dîtin, hatin sansurkirin.
Li ser daxwaza parêzeran dadgerê lêpirsînê di Îlona 2014'an de ji wezaretên pêwendîdar agahiyên veşartî yên îstîxbaratê xwestibû. Dadger ji bo ve daxwaza xwe jî, gengaziya têkiliya xebatên Omer Guney bi MÎT a Tirk re nîşan dabû.
Hemû agahî û belgeyên di lêpirsînê de derketine holê, Enqereyê nîşan didin.
Dozgerê Fransayê hem li ber deriyê îstîxbarata welatê xwe hem jî li ber deriyê îstîxbarata Tirkiyeyê disekine. Her du servîsên îstîxbaratê jî aşkerakirina agahiyên li ser tetîkkêj red dikin.
ANF/PARÎS