Bertekên li hemberî hebûna hêzên Tirk a li ser axa Iraqê zêde dibin. li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê piştî Ebadî û hinek rayedarên din ên Iraqê vê carê Serokê Tevgera Sadr a Iraqê Muqteda El Sadr, Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan hişyar kir.

Sadr diyar kir ku hebûna hêzên tirk mijarek ne rewa ye û wiha got: “Ya herî baş ewe ku Erdogan hêzên xwe bi awayekî bi hurmet ji Mûsilê derxîne yan ew ê werin qewirandin. Ey Erdogan! di serî de xwedê misilmanên li Tirkiyeyê ji zilm û gefên te biparêze. Paşê îdîa bike ku dixwazî misilmanên Iraqê biparêzî. Em wekî gelê Iraqê amade ne gelê Mûsilê biparêzin. Ger mebesta te ji misilmanan, DAIŞ be, ev yek nîşaneya piştgiriya te ya ji bo DAIŞ‘ê ye. Bi vî awayî mafê me heye ku em gazincan ji te bikin.”


Belgeya lihevkirinê eşkere kirin

Ofîsa Heyder Ebadî bi daxuyaniyekî bersiv da Tirkiyê ku ti lihevkirinek wan bi Tirkiyê re li ser derbaskirina sînorê Iraqê nehatiye îmzekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tenê ji bo perwerdekirina beşek ji polîsên Iraqê, ne ji bo sînor derbas bikin, ji hêzên Tirkiyê re destûr hatiye dayîn. 

Di beşek ji daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di hevdîtina her du serokwezîrên Iraq û Tirkiyê de di sala 2009’an de, derbaskirina sînorê Iraqê ne rojev bû. Di protokola sala 2009’an a di navbera du welatan de perwerdekirina beşek ji polîsên Iraqê ew jî di nava xaka Tirkiyê de hatibû îmzekirin. Di madeya 7. a vê protokolê de bi ti awayî destûr ji hêzên Tirk re nayê dayîn ku bi tank û topan sînor derbas bikin. Ew jî bê agahdariya hikûmeta Iraqê. Ger perwerdeya ji bo polîsan wek hatina artêşek bi tank û top tê famkirin. Wê demê artêşa Îsraîlê jî dikare were nava xaka Tirkiyê. Ji ber ku lihevkirina ji bo perwerdekirina leşkeran li ser xaka Tirkiyê di navbera Îsrayil û Tirkiyê de jî heye.”

Di berdewama daxuyaniya Ofîsa Heyder Ebadî de bal tê kişandin ser daxawazên Tirkan ji bo şandina hêzên xwe û wiha tê domandin: “Di hevdîtina me ya bi Tirkiyê re şandina hêzan ji bo Iraqê kete rojevê. Lê belê me bi her awayî ev yek red kir. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne, pêwîstiya Iraqê bi hêzên cîran nîne. Ev yek dibe deriyê nakokiyên di nava herêmê de veke û em wek Iraq nabin beşek ji van nakokiyan. Hêzên Tirk beşek ji koalîsyona navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ’ê nîne. Ti hêzek biyanî bi tank û maşînên zirxî li ser xaka Iraqê tineye, derveyî Tirkiyê.”

Ofîsa Serokwezîrtiyê dazanîn ku Iraqê daxwaz ji ti welatî nekiriye ku leşkerên xwe bîne ser xaka Iraqê. Di dawiyê de Ofîs wiha dibêje: “Hikûmeta Iraqê ne bi fermî ne jî bi devkî destûr nedaye ku hêzên artêşa Tiriyê werin nav xaka Iraqê. Ne ji bo Başîka û ne jî ji bo ti herêmek din me destûr nedaye. Hêzên Tirkiyê jî di çarçoveya hêzên Koalîsyonê de nehatine nav xaka Iraqê.”



 BEXDA