Hate diyarkirin ku dê leşkerên DYE’yê vê carê ji bo perwerdekirina pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê bimîne. Wezîrê Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mustefa der barê mijarê de ji ajansa nûçeyan a Kurdpressê re aixvî û diyar kir ku dê leşkerên DYE’ê ji bo perwerdekirina pêşmergeyên Kurd li herêmê bimîne û ev yek ji aliyê Serokwezîr Nûrî el Malikî ve jî hatiye erêkirin.Şêxa Caref got; “Ger çendî leşkerên DYE’yê ji herêmên din ên Iraqê vebikişîne jî, lê dê ji bo perwerdekirina pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê bimîne.”Şêx Cafer destnîşan kir ku ji bilî leşkerên Emerîkayê, dê hin şîrketên ewlekariyê jî li Herêma Kurdistanê bimînin û diyar kir ku ji bo sala tê tişta herî girîng ew e ku hêzên pêşmerge yên PDK û YNK’ê di bin banekê de li hev bêne komkirin.
HEWLÊR