Hema kirin gola xwînê
Li gorî rûpelên şorerşa Sûriyê li ser malpera Facebookê, hêzên artêş û ewlekariyê ji duhî ve operasiynoeke leşkerî li bajarê Hemayê û çend navçeyên derdora wê pêk tînin.
Ji bal xwe ve, Merseda (rewangeh) Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku li bajarokê Qisêr ê bi ser parêzgeha Himsê ve, di encama şer û pevçûnên navbera hêzên ewlekariyê û leşkerên ji artêşê cuda bûne de, 14 kes ji hêzên ewlekariyê navbera kuştî û birîndar ketin.
Xwepêşandanên dijî rejîma Esed ji 15ê adara borî ve berdewamin û heta niha, li gorî Neteweyên Yekbûyî, bêtirî 3500 kesî hatine kuştin.
Metirsî zêde dibe
Komsyara Mafê Mirovan Navi Pillay ragihand ku zêdebûna hejmara leşkerên ji artêşa Sûriyê cuda dibin, metirsiya pêketina şerekî navxwe mîna yê Lîbyayê li Sûriyeyê zêde dike.
Li gorî nûçeya Reutersê, Navi Pillay, duhî, li pêşiya Civata Navdewletî ya Ewlekariyê got, “Li her cihekî ku mafê mirovan tê de tê bipêkirin û bi tundiyê bersiva daxwazên guhartinê yên aştiyane tê dayîn, xelk di dawiyê de naçar dibe serî hilde û çekan hilgire.”
Pillay amaje kir ku ev tişt li Lîbyayê çê bû û dibe ku li Sûriyeyê jî çê bibe û wiha pê de çû:
“Hejmareke zêde ya leşkerên Sûriyê naxwazin bibin hevparê tawanên navdewletî, lewra ji artêşê cuda dibin, ev jî nîşaneke ku Sûriyê ber bi şerekî çekdarî ve diçe.”
Pillay bal kişand ku ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed û heta niha, bêtirî 3500 kesî hatine kuştin û wiha da zanîn:“Em li hember kuştina welatiyên sivîl gelek dilgiranin, divê Dîmeşq rê bide çavdêrên mafê mirovan daku gerentiya pêgiriya Sûriyê bi destpêşxeriya Komkara Erebî bike.”Duhî jî, Wezîrê Derve yê Brîtaniyayê William Hague daxwaz ji Serokomarê Sûriyê Beşar Esed kir ku dest ji desthilatê berde û rê bide kesên din prosesa veguhartina siyasî li welatê birêve bibin.Di xwepêşandanên duhî yên Sûriyê de, 27 kesên din jî hatine kuştin.
ŞAM