
Li daristanên nêzî Plougastel-Daoulas ên bi navê Finistère tên nasîn ên herêma Breton a Fransayê, lewhayên li ser wan neqşên teşeyên heywanan verotî hatin dîtin ku 14 hezar salî ne. Bi vî rengî jî di destê me de belgeyeke berê nedîtî ya çanda civaka mirovan a nêçîrvan û berhevkar a serdema “aziliyen” çêbû. Bi her halî hespek eşkere li ser van lewheyan tê nasîn ku bi hosteyî li ser kevir hatiye neqişkirin. Zanyar dibêjin, ew nizanin ka ew di çarçoveya rîtueleke ji bo serketina nêçîrê de ne, yan jî tenê ji bo dema xwe ya betaliyê derbas bikin, çêkirine, yan jî bi rastî jî mijûliyeke taybet a hunerî ye.
Serê gamêşeke şewq û tîrêj jê diçin jî di nava van lewheyan de heye ku ya pêşî sala 2013´an hatibû dîtin û hejmara wan bi giştî 45 e. Bi her halî, ev neqşên han di warê hunera grafîkê de yên herî kevin in li herêma Breton a Franseyê. Tişta ji neqişandina van keviran wekî din derdikeve holê ew e ku nêçîrvanên pirraniya caran li çiyayan, bi daketina deştê re hin teknîkên nû yên amûran bi pêşxistine, ku teknîka serdema alizyen a beriya 12 hezar salan li Spanya û Başûrê Franseyê bû, êdî em dizanin li peravên Atlantîkê yên Franseyê beriya 14 hezar salan xwe da ye der.
REIMS