Li li gundê ziyarettepe yê ser bi navçeya Amedê Bismilê, lewheyeke ji kîlê hat dîtin ku tê de rayedarekî Asûrî behsa hilweşîna dewleta Asûriyan dike.

Li bajarê Amedê li gundê “Girê Ziyaretê” di kolanên arkeolojîk de lewheyeke bêhemta hat dîtin. Lewheya bi nivîsa mixî, behsa aloziyên ku bûne sedema hilweşîna dewleta Asûriyan dike. Rêveberên koma arkeolojiyê Timothy Matney û John MacGinnis Gor in. Li gorî agahiyên ku arkeolokan dane, dema nivîsîna lewheyê sedsala 7. ya beriya mîladê ye.

Rayedarê bi navê Mannu-ki-libbali, diyar e ku berpirsiyarê bajarê Tushanê ye. Diyar e ku ji rayedarê bajêr Mannu-ki-libbali tê xwestin ku wesayîtên şer amade bike. Lê ji ber siva wî jî diyar e ku rewş ne baş e û ne mumkin e ku tevdîra şer bike: “Ez çawa vî emrî bi cih bînin… ji vir encax wê mirî derên. Kes nikare ji vir bireve. Kare min êdî li vir qediya…”

Li Girê Ziyaretê bi vî awayê gelek lewhe hatin dîtin. Arkeolog Timothy Matney dide zanîn ku wan 27 lewhe dîtine. Hinek lewhe behsa agahiyên aborî û eskerî dikin hinek jî behsa şerê di navberê Babîlan û Asûriyan de dikin. Lêkolînên li tilma Girê Ziyaretê sala 1989´an dest pê kiribûn. 


AMED