Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li dijî leşkerên li ser girên Gever, Şemzînan, Çelê yên Colemergê çalakî li dar xist. Li ser rêya Amed-Çewligê li dijî leşkeran çalakiyeke sabotajê kir, li navçeya Duziçiyê ya Osmaniyeyê jî li kana keviran a şaredarê AKP’ê jî 3 kamyon, 2 dozer û gelek konteynir îmha kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya HPG’ê hat gotin, “Di 24’ê Gulanê de saet di 10.00-10.30’an de hêzên me bi çekên giran li ser Girê Elîşêr ê qada Oremarê ya Geverê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Heman rojê saet di 14.00-14.30’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên li girê Ronahî yê Şemzînanê bi çekên giran çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 23’ê Gulanê de saet 13.30’an, hêzên me li ser girê Koordîneyê yê Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 4 konteynir hatin derbekirin û hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.

Di 24’ê Gulanê de saet 13.00-14.00’an, hêzên me bi çekên giran li girê Yekmalê yê li Qileban a Şirnexê dan. Li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.”


Nepenî hatin kuştin

HPG´ê li ser çalakiyeke 23’ê Gulanê saet 20.00’an got, “hêzên me yekîneyeke nepenî ya artêşa Tirk a li Girê Çemê Elîkê ya Licê ya bi ser Amedê, xist bin kontrola xwe û li hemberî wan çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.”


Esker firiyan

Li ser çalakiyeke 24’ê Gulanê ya nîvrojê li nêzî gundê Qetînê yê Karazê ya ser bi Amedê jî HPG´ê got, “li dijî komek leşker çalakiya sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk heta saet 16.00’an rê girt û mirî û birîndarên xwe bi Skorskiyan rakirin.”


Kana keviran a şaredarê AKP´ê hebû, êdî nîne

Li ser çalakiyeke 21’ê Gulanê ya li navçeya Duziçiyê ya Osmaniyeyê li dijî kaneke keviran a şaredarê AKP’ê jî ev agahî hatin dayîn: “3 kamyon, 2 dozer û gelek konteynir hatin şewitandin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê operasyonek da destpêkirin. Li dijî leşkerên Geliyê Şehîd Firaz hêzên me çalakiyek li dar xist û bi çekên ferdî li wan da. Li vê derê windahiyên dijmin çêbûn, lê hejmara mirî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi Skorskiyan rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Zinar Qoser hatiye lidarxistin ê ku di 17’ê Nîsanê de li qada Şehîd Firaz şehîd bûbû.”


Li Dêrsimê 8 esker hatin kuştin

HPG’ê li ser çalakiya li Dêrsimê ya 23´yê Gualnê jî da zanîn ku 8 eskerên dewleta Tirk hatine kuştin: “Hêzên me li Dêrsimê yekîneyeke artêşa Tirk a li Girê Xelasorê xistiye bin kontrola xwe û di 23’ê Gulanê de saet di 14.00’an de ji 4 baskan ve li wan da. Baskê yekemîn ê çalakiyê dema ku leşker kom bûne ji nêz ve bi çekên ferdî li wan da. Hêzên me li konekî leşkeran jî da. Li vê derê 4 leşker hatin kuştin.

Hêzên me li konê duyemîn jî da û li vê derê leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Hêzên me çûne ser gir, li vê derê li konê ku fermandarê yekîneyê jî tê de û kozika li kêleka wê jî dan. Li vê derê 3 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de hevalê me Kemal şehîd bûye.”

 

Li Tendurekê herî kêm 2 esker hatin kuştin

Li aliyê din di encama şerekî navbera hêzên operasyonê yên artêşa Tirk û hêzên gerîla de li Tendurekê şer qewimî. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Tirk, di vî şerî de gelek leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî ragihand ku gelek ambûlansan berê xwe da herêma şer. Hat gotin, leşkerên kuştî û birîndar bi helîkopteran ji qada şer hatine rakirin.

Li Tendurekê bi şev heta ber destê sibehê helîkopterên şer û heron geriyan. Serokkomarê Tirk Erdogan doh daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku li Tendurekê ‘derb’ li gerîla hatiye xistin.24 saetan piştî vê daxuyaniya Erdogan, hêzên gerîla yên li vê herêmê rê kontrol kirin, TIReke ji bo artêşa Tirk dixebitî, şewitandin. Fermandariya Biryargeha NPG´ê jî beriya bi hefteyekê  bi daxuyaniyekê hêzên gerîla yên li Tendurekê pîroz kiribû ku li vê derê derb li artêşa Tirk xistine. 


 NAVENDA NÛÇEYAN