
Erbane yan jî def, di cîhanê de wekî ensturmaneke herî kevn û dîrokî ya muzîkê tê zanîn. Ji aliyê gelek neteweyan ve hatiye bikaranîn. Li Bakurê Kurdistanê jî li herêma Serhed û Botanê, jê re dibêjin def. Li herêmên Xerzan û Amedê jî jê re dibêjin erbane. Herî zêde tê zanîn ku erbane enstrumaneke sereke ya Muzîka Kurdî ye û mirov nikare erbanê ji çanda Kurdan cuda binirxîne. Erbane neynîka canda Kurdî ye.
Hunermendê Erbaneyê Nûrûllah Tatar (55) ê ku dibêje lêxistina erbanê ji bo min weke ruhê duyemîn e, qala hunera xwe kir: “Erbane enstrumaneke wisa ye ku di nava xwe de hestên gelek xurt hewandine. Erbane heta niha xwe di nava dîrokê de parastiye û îro em dikarin bibêjin ku şahîdê dîrokê ye. Gelek neteweyan jî ev enstruman bi kar anîne. Lê herî zêde li ser axa Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Heke mirov erbanê bike, nikare enstrumanên muzîkê yên din ji erbanê qut bike. Erbane bi serê xwe çandeke mezin e. Evîna Erbanê weke evîna Giyan û Tehlo ye. Çawan ku evîna Giyan û Tehlo li bajarê Amed û Wanê belav bû, ti kesî nedikarî wan ji hev cuda bike. Evîna Giyan û Tehlo hevdû temam dikir. An jî mirov nikare erbanê ji Muzika Kurdî cuda binirxîne. Muzîka Kurdî bi erbanê xwe temam dike.”
OMER ÎKE / AMED / ANF