Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her devera cihanê didomin. Yek ji van grevên birçîbûnê li bajarê Toronto yê Kanadayê pêk tê. Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk tê lidarxistin, di roja sêyemîn de ye. Kurdistaniyan li ber komeleyê daxuyanî da çapemeniyê û tecrîd şermezar kir. Her wiha çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat silavkirin.

Grev wê 3 rojan bidome

Li paytexta Îtalya Romayê jî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYE’yê ya li dijî 3 pêşengên PKK’ê, greva birçîbûnê dest pê kir.

Meclîsa Gel a Kurd a Romayê pêşengiya çalakiyê dike. Grev 3 rojan wê bidome.

Daxwazên Leyla daxwazên me ne

Li Bajarê Elmanyayê Hildesheimê jî li avahiya Die Linke (Partiya Çep) greva birçîbûnê ya 5 rojan hate destpêkirin. Di nava çalakgeran de Parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk jî cih digire.

Çalakgeran diyar kir ku Daxwazên Leyla Guven daxwazên wan û milyonan Kurdê ne jî.

 

NAVENDA NÛÇEYAN